Piştî baranên vê dawiyê çandiniya li herêmê geş bû

Barana ku vê dawiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bariya, hişt ku berhemên çandiniyê û çêre geş bibin. Cotkar û xwediyên sewalan diyar dikin ku dê îsal berhemdariya wan baş be.

Piştî baranên vê dawiyê çandiniya li herêmê geş bû
Piştî baranên vê dawiyê çandiniya li herêmê geş bû
Piştî baranên vê dawiyê çandiniya li herêmê geş bû
Piştî baranên vê dawiyê çandiniya li herêmê geş bû
Piştî baranên vê dawiyê çandiniya li herêmê geş bû
Piştî baranên vê dawiyê çandiniya li herêmê geş bû
Piştî baranên vê dawiyê çandiniya li herêmê geş bû
2 nîsan, 2023   07:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî baranên vê dawiyê ku li hin herêmên Cizîrê gihaşt hezar mm, çandiniya bejî baş bû.

Li gorî endazyarê çandiniyê Azad Oso, rewşa çandiniyê bi giştî baş e. Oso diyar kir ku ceh dê ji sedî 90-95ʹan bide, genim jî niha di pêvajoya simbildayînê de ye. Oso got genim ji ceh derentgir digihêje û pêwîstiya wê di navîna Nîsanê de bi baraneke kêm heye.

Li gorî endazyarên çandiniyê, di vê demê de divê gihayê bi zirar werin rakirin û semad were reşandin. Oso got: "Semad li çandiniya avî hat reşandin, lê ji bo çandiniya bejî jî ji ber baran dereng ket cotkaran nikarîbûn semad û dermanan li erdê xwe bireşînin. Ji ber vê yekê rêjeyeke mezin a gihayên bi zirara çêbûye û derman jî fêde nake. Lewra divê ev giha bi destan werin rakirin."

Cotkarê bi navê Emar Îbrahîm ê ji gundê Sinceqa Sadûn ê Amûdê 80 donin genimê avî û 40 donim yê bejî çandiye. Emar Îbrahîm diyar kir ku rewşa çandiniyê baş e, lê zehmetiyan di peydakirina mazotê de dikişînin. Her wiha diyar kir ku di nava 4 mehan de 2 caran tenê mazot wergirtiye û got: "Diviyabû para min 800 lître bûya, lê min 540 lître bi dest xist.”

Cotkar Numan Ico ê ji gundê Bab El Xêr ê Amûdê jî destnîşan kir ku wî 58 donim genimê bejî çandiye û ji ber deregbûna baranê semad nereşandine. Ico got: "Rewş niha baş e, em li bendê ne ku di Nîsanê de baran were."

Cotkar Denden El Hetaş ê ji gundê Rehiyat ê Reqayê jî got: “Du salên borî hişkesaliyê li herêmê xist û hinek erd di bin gefa zuhabûnê de rû bi rû mabûn, nemaze piştî ku dewleta Tirk asta ava çemê Firatê kêm kir, bandoreke neyinî li zeviyên me yên çandiniyê kir."

El Hetaş destnîşan kir ku Komîteya Çandinî û Avdanê ya Reqayê semad û tov li wan belav kirin û 2 caran mazota baş bi dest xistin.

Hevserokê Yekîneya Îrşadê ya gundê Rehiyat a Reqayê endazyar Ehmed El Salih jî bi bîr xist ku baranê bandoreke erênî li çandiniya bejî kir.

Her wiha barana vê dawiyê çêregeh zêde kirin. Di 3 salên dawîn de ji ber kêmbûna baranê û hişkesaliyê çêregehan têra êmê sewalan nedikir.

Salih El Necim ê ji gundewarên bakurê Reqayê sewalan xwedî dike got: "Îsal ji bo her kesî sala xêrê ye. Pez bê pere tê êmkirin û buhayê êm gelekî kêm bûye."

El Necim bi domdarî got: "Ji ber hişkesaliya di salên borî de me gelek pez ji dest da. Par 500 seriyên pezê min hebûn, lê ji ber bihabûna êm di zivistana par de min gelek firotin û 100 serî tenê li cem xwe hişt. Par mîna buhayê mihekê 100- 250 hezar lîre bû, lê niha di navbera 900 hezar heta milyon û nîv lîre ye."

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KXS9JSe1kjA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>