Çalakiyên 4`ê Nîsanê dewam dikin

Di çarçoveya çalakiyên pîrozkirina rojbûna Rêber Abdullah Ocalan de li kantona Kobanê zêdetirî 100 dar hatin çandin.

Çalakiyên 4`ê Nîsanê dewam dikin
Çalakiyên 4`ê Nîsanê dewam dikin
Çalakiyên 4`ê Nîsanê dewam dikin
Çalakiyên 4`ê Nîsanê dewam dikin
Çalakiyên 4`ê Nîsanê dewam dikin
Çalakiyên 4`ê Nîsanê dewam dikin
Çalakiyên 4`ê Nîsanê dewam dikin
2 nîsan, 2023   10:57
KONANÊ

Di çarçoveya çalakiyên pîrozkirina 4`ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan de, li kantona Kobanê bi dirûşmeya "Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan vîna jiyana azad e" zêdetirî 100 dar hatin çandin.

Bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Xweser a Kobanê berê xwe da gundê Seftek ê rojavayê Kobanê da ku daran li wir biçînin, çalakvanan bê navber dirûşmeyên mîna “Bê Serok jiyan nabe de” berz kirin.

Di çalakiyê de, Hevseroka Meclisa Navçeya Şêranê Lutfiye Silêman axivî, 4`ê Nîsanê pîroz kir û wiha got: "Rojbûna Rêbertî ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn, hilhatina rojeke nû ye. Ji lew re em ê bi hemû hêza xwe hewl bidin ku tecrîdê bi dawî bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin."

Di dawiya çalakiyê de 100 darên merxê li Parka Serok a li gund hatin çandin.

(fr)

ANHA