​​​​​​​Şêniyên Dêrazorê bi çanda xwe ya resen Remezana xwe diborînin

Şêniyên Dêrazorê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çanda xwe ya resen, Remezana 2023′yan diborînin.

​​​​​​​Şêniyên Dêrazorê bi çanda xwe ya resen Remezana xwe diborînin
2 nîsan, 2023   03:25
DÊRAZOR

Li gel şêniyên Dêrazorê, hîna atmosfer û rê û resmên Remezanê, adat û kevneşopên ji mezinên xwe wergirtine, hene. Şênî serdana hev dikin, hewl didin alîkariya malbatên hewcedar bikin, çawa pêdiviyên Remezanê dabîn bikin û kesên jihevxeyidî li hev bînin.

Li ser vê yekê Fatme El Elî ya ji bajarokê Kîsra yê rojavayê Dêrazorê, axivî û wiha got: "Meha Remezanê meha xêr û bêrê ye. Şêniyên Dêrazorê vê mehê bi adat û kevneşopên ji mezinên xwe wergirtine, pêşwaz kir. Şênî li ser sifrê piştî çareserkirina nakokiyan li hev kom dibin. Her wiha rê û resmên din ên olî mîna nimêja terawîhê û serdanan pêk tînin."

/kr/uploads/files/2023/04/01/192330_-.webp

Zeyneb El Ehmed jî wiha got: "Xwarin û vexwarinên Remezanê li ser sifreya şêniyên Dêrazorê, mîna makarona, xurme, sos, xurma hindê vegerîn."

Zeyneb wiha gotina xwe bi dawî kir: "Cîran xwarinan li hev belav dikin, qurbanan serjê dikin û li xizan û hewcedaran belav dikin."

(fr)

ANHA