Konseya Ewropayê bersiva serlêdana têkildarî tecrîdê da

Midûriyeta Giştî ya Mafê Mirovan û Serweriya Hiqûqê ya Konseya Ewropayê, bersiva serlêdana têkildarî tecrîdê da û diyar kir ku ew rewşa Îmraliyê dişopînin. Înîsiyatîfa Suriyeyê ya Ji Bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku ew ê hewldanên xwe bidomînin.

Konseya Ewropayê bersiva serlêdana têkildarî tecrîdê da
1 nîsan, 2023   23:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Înîsiyatîfa Suriyeyê ya Ji Bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan di çarçoveya xebatên xwe yên dijî tecrîda li Îmraliyê ku ev 25 salin didome û azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku ev zêdetirî 2 salan e tu agahî jê nayê girtin, serî li gelek sazî û dezgehên Ewropayê dabû. Yek ji van saziyan jî Konseya Ewropayê ye.

Înîsiyatîfê Di 23’yê Çileya 2023’yan de têkildarî mijarê ji Sekreteryaya Giştî ya Konseya Ewropayê re nameyek şandibû.

Li gorî agahiyên ku Berdevkê Înîsayatîfa Suriyeyê ya Ji Bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Munzur bi ANHA’yê re parve kirine, Konseya Ewporayê 13’yê Sibata 2023’yan bersiv nivîsandiye.

Bersiva ku li ser navê Sekreterya Giştî ya Konseya Ewropayê ji aliyê Rêveberê Midûriyeta Giştî ya Mafê Mirovan û Serweriya Hiqûqê ya Konseya Ewropayê Christos Giakoumopoulos ve hatiye nivîsandin, 31’ê Adarê (2023) gihişt înîsiyatîfê.

Di bersiva kurt de tê gotin ku Konseya Ewropayê bi mijarê re eleqedar dibe, lê agahiyên berfireh nehatine dayîn.

Di bersivê de wiha hatiye gotin: “Bawer bikin ku Konseya Ewropayê, bi taybet jî saziya wê CPT (Komîteya Pêşîgirtina Îşkence û Muamele an jî Cezayên Derveyî Mirovî an jî Biçûkxistinê) bi rewşa Birêz Ocalan re ji nêz ve eleqedar dibin. Wekî ku hûn jî teqez dizanin CPT çend caran Girtîgeha Îmraliyê ziyaret kiriye û herî dawiyê di Îlona 2022’yan re serdan kiribû.”

MUNZUR: ME JI GELEK SAZIYAN RE NAME ŞANDIBÛN

Berdevkê Înîsayatîfa Suriyeyê ya Ji Bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Munzur diyar kir ku wan têkildarî tecrîda girankirî ji Sekreterê Konseya Ewropayê, CPT, Komîteya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re name şandine.

Ferzende Munzur diyar kir ku wan di van nameyan de bal kişandibû ser tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan, sîstema li Îmraliyê û qanûnên navnetewî. Munzur anî ziman li ser rewşa Îmraliyê metirsî heye, tu kes nizane li wir çi heye, lewma wan di nameyan de daxwaz kiribû şert werin afirandin ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê gelê Kurdistanê û dostên wan ve bê zanîn, demildest komîteyek biçe Îmraliyê û rewşê di cîh de bişopîne. Her wiha daxwaz kirine ku tecrîd bi dawî bibe û azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bê pêkanîn.

‘BERSIVDAYÎN ERÊNÎ YE, HEWLDANÊN DÊ BIDOMIN’

Munzur bi gotinên, “Dibe ku bersiv derengî dabin me, lê dayîna bersivê erênî ye” bal kişand ser girîngiya mijarê û da zanîn ku ew ê hewldanên xwe bidomînin, her rewşke têkildarî Îmraliyê ji saziyên eleqedar re ragihînin.

‘EM Ê 2 MILYON ÎMZEYAN JÎ BIŞÎNIN’

Ferzende Munzur bibîr xist ku wan dijî tecrîdê û ji bo azadiya fizikî ya Rêber Abdullah Ocalan 22’yê Çileya 2023’yan kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin û di encama kampanya ku 13’ê Adara 2023’yan bidawî bû de, 2 milyon 626 hezar û 828 îmze hatine komkirin. Munzur anî ziman ku ewê van îmzeyan ji bo CPT û saziyên eleqeder bişînin.

Munzur da zanîn ku înîsiyatîfa wan û parêzerên li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê têkildarî mijara ku ev 2 salin agahî ji Îmraliyê nayê girtin, name dinivîsinin û ew ê wan nameyan jî ji saziyên navnetewî re bişînin.