Biçekkirina bi zanist û zanînê rêbaza jinên Efgan a rizgariyê ye - Hêvîdar XALID

Biçekkirina bi zanist û zanînê rêbaza jinên Efgan a rizgariyê ye - Hêvîdar XALID
2 nîsan, 2023   00:49

Jinên Efgan ku bi dîroka xwe ya têkoşîn û berxwedanê li dijî siyaset û binpêkirinên Talîbanê li Efganistanê tê zanîn, îro li cîhanê giştî nîqaşa wan tê kirin. Ew yek jî piştî helwestên lehengî û rûmetdar li dijî desthilata Talîbanê li welat nîşan da. Wan serî li ber qanûn, bend û tedbîrên ku Talîbanê ferz dikirin, netewand.

Ji dema Talîban welat kontrol kiriye, jinên Efgan bi hemû cureyên siyasetên çewisandin, zilm, bindestî, tundî û qedexeyê re rû bi rû ne. Her tişt li wan hate qedexekirin; qedexe ye ji malê derkevin û qedexe ye bixwînin û zana bin. Her wiha ji hemû mafên sereke mehrûm in.

Lê ruxmî wan hemû binpêkirin û qedexeyên li ser wan, radest nebûn û ji têkoşîna xwe venegerîn û banga xwesteka xwe kirin, bi taybet mafên xwendin û perwerdeyê.

Piranî jinan, bi birêxistinkirina çalakî û xwepêşandanên li dijî ferzkirina laçikên reş di dibistan û cihên din de, li hember Talîbanê sekinîn. Lê wê yekê têrê nekir, divê banga mafên xwe yên civakî û siyasî jî bikin ku ji dema serwerbûna Talîbanê ve hatine jibîrkirin.

Rojane raporên li ser çîrokên jin û keçên Efgan derdikevin ku li hember Talîban û zextên wê disekinin. Li hember tundiya Talîbanê bê deng neman, dengê xwe bilind kirin û hemû binpêkirinên li dijî wan şermezar kirin. Li kêleka wê, xebatên li ser pêşxistina rêbazên nû û yên nepen kirin, da ku jin li gel desthilata Talîbanê ya ji dema serwerîkirina welat ve hewl dide jinan ji qadên giştî rake, xwendin û perwerdeya xwe dewam bikin. Armanca Talîbanê ji wê yekê hebûna wan têk bibe û rola wan a pêşeng di jiyan û civakê de sînordar bike.

Îsrara jinên Efgan, ked û têkoşîna wan a berdewam di fêrkirina jinan de cihê rêzê û serbilindiyê ye. Ji ber ku ew dizanin îro jinên zana, xwende û rewşen dikarin civaka Efgan bigihînin ewlehî û ji zilm û fikra tarîtiyê rizgar bike, nexasim wê berê bi fikrên xwe civak bi pêş xist û ji qirêjiyên zîhniyeta baviksalar ku Talîban û alîgirên wê banga wê dikin, rizgar kir. Ev fikrê tarî tenê ji jin, civak û hemû ferdan re wêranî, mirin, zilm û çewisandina nasnameya jinan tîne, bi wê re nasnameya civakê tune dike.

Biçekkirina bi zanist û zanînê ji bo jinên Efgan ku parastina xwe û ya civakê bike û mafên xwe yên bingehîn vegerîne, vebirjêrka bingehîn, yekemîn û dawîn e. Ji ber ku ger jin ji xwendin û zanînê hatin bidûrxistin, dê rola wan û diyarkirina çarenûsa xwe de têk biçe.

Ji lew re, pêdiviya jinên Efgan bi desteka mezin û domdar, desteka herêmî û navneteweyî ya fireh heye. Pêdiviya wê bi kesên li kêleka wan bisekinin û di nava siyasetên Talîbanê de nekin dirinde, heye. Her wiha divê desteka guncaw ji wan re pêşkêş bikin, derfetên xwendinê ji wan re peyda bikin, çi bi rêya înternetê, dezgehên çapemeniyê û hwd. Ew jî ger me xwest xewnên wan pêk bînin û wan careke din li refên xwendinê vegerînin û tecrîdkirî nehêlin.

Çawa ku jinên Efgan di dîroka welat û mîrasa berxwedanê ya li hember komên tarî de xwedî rola mezin bûn, helwesta wan a têkoşînê mînaka zindî ya sekna li hember hemû cureyên rejîmên destpot û hejandina kursiyên desthilatê bû. Jinan roleke girîng û navdar di gelek qonaxan de lîst, bi taybet çalakgerên di aliyê mafên mirovan, ên jinan û rojnamegerên jin ên ku rastiya têkoşîna jinên Efgan de raber kirin û destkeftiyên rasteqîn beriya Talîbanê pêk anîne. Lê îro, li hember rejîma desthilatdar ku jinan diçewisîne û rê li pêş têkoşîna wan a pîroz di hemû aliyên jiyanê de digire, disekine. Ji bo wê û hemû jinên banga azadiyê dikin, divê bangên jinên azadîxwaz bê bersivandin da ku xwe bigihînin rêya ronahiyê, bi taybet di vê demê de ku jinên Efgan radestî Talîban û siyasetên wê yên ketûber nebû. Ew li benda azadiyê ne û dikarin li hember terorê bisekinin û mafên xwe yên bingehîn vegerînin.

(fr)