Şanogerên ji Rojhilat: Em dilşad in ku li Rojava ne

Koma şanoyê ya bi navê Kaya ji Rojhilatê Kurdistanê derbasî Rojava bû da ku tev li mîhrîcana şanoyê bibe. Endamên komê piştî pêşandana lîstika xwe, hestên xwe bi me re parve kirin.

Şanogerên ji Rojhilat: Em dilşad in ku li Rojava ne
2 nîsan, 2023   01:47
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Cara yekem komeke şanoyê ji Rojhilatê Kurdistanê beşdarî Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê ya 6`emîn dibe. Koma şanoyê bi navê ‘Kaya’ ye, 40 endamên wê hene û beriya 13 salan li bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê hatiye avakirin.

/kr/uploads/files/2023/04/01/192149_saba-1.webp

Şanogeran duh lîstika xwe ya bi navê “Xewnên Reş” li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê lîst. Derhênerî û senaryoya wê Kawa Mihemedzada kiriye. Di lîstikê de 2 lîstikvan hene; Saba Şah Mihemedî û Melîka Mustefawî.

Lîstikvanên lîstika “Xewnên Reş” li ser beşdarbûna xwe û hestên hatina Rojavayê Kurdistanê ji ajansa me re axivîn.

Saba Şah Mihemedî ku ev 8 sal e şanogerî û derhêneriya şanoyan dike, diyar kir ku ew bi dilxweşî beşdarî mîhrîcana şanoyê bûne û got: “Ji bo xizmeta gelê xwe û ya şanoyê me girîngî di beşdarbûnê de dît. Hêvîdar im ji aliyê xebatên şanoyê de, di navbera Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê de kareke hevbeş çêbe.”

/kr/uploads/files/2023/04/01/192135_melke.webp

Melîke Mustefawî jî ku ji zarokatiya xwe ve şanogeriyê dike, bal kişand ser asta şanoyê li Rojhilatê Kurdistanê û got: “Asta şanoyê baş e, bi rêk û pêk tên pêşandan. Hejmara hezkiriyên şanoyê li Rojhilat di rêjeyeke bilind de ye, gelek şanoger li Bokanê hene.”

Melîka Mustefawî hêvî kir ku komên şanoyê yên ji Rojava jî beşdarî mîhrîcanên li Rojhilat bibin û got: “Şanogeriya jinan jî serkeftî ye, dikare peyama xwe bi rêya şanoyan bigihîne.”

ANHA