​​​​​​​Panorama hefteyê: Erdogan ji ber siyaseta xwe ya nû wê berdêla biha bide

Erdogan hewl dide têkiliyên xwe bi gelek dewletan re normalize bike. Li bakur û rojavayê Sûriyeyê di nava kêmî 2 mehan de 3 karesatên xwezayî çêbûn, di encamê de bi hezaran kes mirin û bi hezaran koçber bûn.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Erdogan ji ber siyaseta xwe ya nû wê berdêla biha bide
2 nîsan, 2023   04:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Hewldanên Edogan ên vegerandina têkiliyan bi hin dewletan re, karesatên xwezayî yên li bakur û rojavayê Sûriyeyê û rewşa Sûdanê mijarên rojnameyên erebî yên hefteya borî bûn.

‘HEWLDANÊN ERDOGAN MISIR, SÛRIYE Û ÎSRAÎLÊ RAZÎ NAKIN’

Girêdayî rojeva Tirkiyeyê rojnameya El Ereb wiha nivisî: “Dibe ku derfetek hebe ku Tirkiye têkiliya xwe bi Misirê re sererast bike piştî ku qut kiribûn. Encamên wê girêdayî van tiştan in; vebijêrkên siyasî yên Erdogan û heke dê wek serokê welêt bimîne. Li hember lîsteya daxwazên Qahîreyê, normalîzekirin gelekî dijwar xuya dike.

Ji bo ku pêşketin di vî warî de pêk were, wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşgolu vê dawiyê bi hempîşeyê xwe yê Misirê Samih Şukrî re civiya, lê civîn ne li gorî Çavuşoglu bû.

Şukrî, Çavuşoglu agahdar kir ku beriya normalîzekirinê divê 3 şert pêk werin; destpêkê tevgerên xwe yên leşkerî li Lîbyayê rawestîne, endamên Îxwan Muslimîn ên li Tirkiyeyê radestî Misirê bike, nakokiyên bi Qibris û Yewnanistanê re çareser bike.

Tevî ku Misir ji bo Erdogan girîng e lê Enqere derfeta sererastkirina têkiliyan bi gelek dewletên Ereban û Îsraîlê re ji 2021’an ve test dike.

Tevî ku di vê dawiyê de Îsraîl û Tirkiye li ser asta balyozan têkiliyên dîplomatîk ji nû ve vejandin, lê îhtîmala sedî sed tune ye ku ev têkilî dewam bike, heke Tirkiye hin daxwazên sereke yên Îsraîlê pêk neyne; mîna derxistina rayedarên Hemasê ji Tirkiyeyê û girtina nivîsgehên wê.

Erdogan dixwaze têkiliyan bi dewletên herêmê re normalîze bike, lê ji ber ku wî dijbertiya wan dewletan kir, wê berdêla vê yekê biha be. Ji ber ku li ba hemû dewletan lîsteyeke daxwazan heye. Pêkanîna wê jî ji bo Erdogan karekî zehmet e. Li cem Erdogan ew qas vebijêrk tune ne. Ew bi tenê ye, heke gavên cidî neavêje.”

DI NAVA 50 ROJÎ DE 3 KARESATÊN XWEZAYÎ LI BAKURÊ ROJAVAYÊ SÛRIYEYÊ′

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî rewşa Sûriyeyê wiha nivîsand: "Di dirêjahiya 50 rojî de 4 milyon û nîv welatiyên sûriyeyî yên li bakurê rojavayê Sûriyeyê hemû şêweyên karesatên xwezayî jiyan kirin. Sûriyeyan got tenê volkan kêm e, da ku dîmena karesatê temam be.

Piştî karesata erdhejê ya li bakurê rojavayê Sûriyeyê ku di 6′ê Sibatê de çêbûye, di encamê de bi hezaran jiyana xwe ji dest da û bê war man, dûre baraneke gur di 19′ê Adarê de tevî lehiyê hat, her wiha piştre jî ba û bahoz beriya 2 rojan hat. Di encamê de zirar bi welatiyan bû, konê wan bi bahozê re çûn û zirarên din dîtin.

Di encama ba û bahozê de nêzî 31 hezar û 644 welatiyan, di nav de 8 hezar û 526 jin û 16 hezar û 439 zarokan di zêdetirî 49 kampên koçberan û 11 navendên bicihbûna mexdûrên erdhejê li bejahiyên Idlib û Helebê zirar dîtin. Bi wê re konên nêzî 3 hezar û 864 welatiyan ji dest bahozê firiyan û çirîn, her wiha nêzî 467 konan bi temamî zirar dîtin û hezar û328 kon jî bi awayekî beşî zirar dîtin.

Lê baran û lehiya li herêmê di 19′ê Adarê de çêbûye, zirar bi 33 hezar û 742 welatiyan kir, ji wan 11 hezar û 457 jin û 13 hezar û 566 zarok in. Zirar li zêdetirî 53 cihên vehewandina mexdûrên erdhejê bû.ʹʹ

ʹPIRSGIRÊKÊN ASÎMAYÎ ÎMZEKIRINA PEYMANA SIYASÎ YA DAWÎ YA LI SÛDANÊ TALOQ DIKEʹ

Der barê rewşa Sûdanê de rojnameya Şerq El Ewsat ragihand ku berdevkê proseya siyasî ya Sûdanê sibeha roja Şemiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber nelihevkirina li ser dozên asêmayî îmzekirina peymana siyasî hat taloqkirin.

Her wiha got, biryar bû ku roja Şemiyê peymana dawî ya ji bo avakirina hikumeteke sivîl û destpêka pêngava ber bi hilbijartinan ve hatiba îmzekirin. Hat diyarkirin ku nakokî li ser lîsteya tevlêkirina hêzên destwerana lezgîn li artêşê bû.