​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2-4-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2-4-2023
1 nîsan, 2023   23:00

Endamên Kongra Star a Hesekê di çarçoveya çalakiyên ji bo 4`ê Nîsanê de li gundê Jinwar a navçeya Dirbêsiyê dike saet di 09:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê bi boneya Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan daran li goristana Diyarî Felekî yê gund Otlecê yê navçeya Tirbespiyê diçîne saet di 14:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Midûriyeta Giştî ya Mafê Mirovan û Serweriya Hiqûqê ya Konseya Ewropayê, bersiva serlêdana têkildarî tecrîdê da û diyar kirk u ew rewya Îmraliyê dişopînin. Înîsiyatîfa Suriyeyê ya Ji Bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku ewê hewldanên xwe bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da zanîn ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Barana ku vê dawiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bariya, hişt ku berhemên çandiniyê û çêre geş bibin. Cotkar û xwediyên sewalan diyar dikin ku dê îsal berhemdariya wan baş be. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Dêrazorê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çanda xwe ya resen, Remezana 2023′yan diborînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên ereb ên Reqayê komkujiya Cindirêsê şermezar kir û destnîşan kir ku ew komkujî, di çarçoveya siyasetên koçberiyê û guhertina demografiyê de pêk hat ku dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyên resen ên herêmên dagirkirî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

Erdogan hewl dide têkiliyên xwe bi gelek dewletan re normalize bike. Li bakur û rojavayê Sûriyeyê di nava kêmî 2 mehan de 3 karesatên xwezayî çêbûn, di encamê de bi hezaran kes mirin û bi hezaran koçber bûn.

JIN

Jinên Efgan ku bi dîroka xwe ya têkoşîn û berxwedanê li dijî siyaset û binpêkirinên Talîbanê li Efganistanê tê zanîn, îro li cîhanê giştî nîqaşa wan tê kirin. Ew yek jî piştî helwestên lehengî û rûmetdar li dijî desthilata Talîbanê li welat nîşan da. Wan serî li ber qanûn, bend û tedbîrên ku Talîbanê ferz dikirin, netewand.

ÇAND Û HUNER

Koma şanoyê ya bi navê Kaya ji Rojhilatê Kurdistanê derbasî Rojava bû da ku tev li mîhrîcana şanoyê bibe. Endamên komê piştî pêşandana lîstika xwe, hestên xwe bi me re parve kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA