Îsraîlê êrişek nû li Sûriyeyê pêk anî

Şevê din Îsraîlê dijî hin deverên bajarê Humsê yê Sûriyeyê êrişa moşekan pêk anî, di encamê de 5 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Îsraîlê êrişek nû li Sûriyeyê pêk anî
2 nîsan, 2023   05:34
 NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya hikumeta Şamê ragihand ku di saetên destpêkê yên sibeha yekşemê de Îsraîlê êriş li dijî hin deverên li Humsê pêk anîn.

Dezgehên çapemeniyê yên girêdayî hikumeta Şamê jî ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên leşkerî, diyar kirin ku di êrişan de 5 leşker birîndar bûne.

Ajansa Reutersê jî ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên îstixbaratê yên rojavayî, da zanîn ku êriş li dijî hin baregehên hewayî ên li navarasta welat ku leşkerên Îranê lê bi cih dibin, pêk hatine.

Piştî êrişên 30 û 31`ê Adarê yên li dijî Şamê, di nava 3 rojan de ev êrişa sêyemîn e ku Îsraîlê li Sûriyeyê pêk tîne.

Artêşa Îsraîlê heta niha têkildarî êrişên dawîn ên li Sûriyeyê tu daxuyanî nedaye. Lê piştî rojekê ji êrişa roja înê, Pasdarên Îranê ragihand ku di êrişê de efserekî wî hatiye kuştin.

(c)