Pêkhateyên Hesekê Cejna Ekîto pîroz kir

Suryan û asûrên Hesekê Cejna Ekîto pîroz kir û destnîşan kirin ku karê hevbeş gelek girîng e ji bo ku Sûriyeyeke demokratîk a pirreng û nenavendî ava bibe ku mafên hemû pêkhateyan misoger dike.

Pêkhateyên Hesekê Cejna Ekîto pîroz kir
Pêkhateyên Hesekê Cejna Ekîto pîroz kir
Pêkhateyên Hesekê Cejna Ekîto pîroz kir
Pêkhateyên Hesekê Cejna Ekîto pîroz kir
Pêkhateyên Hesekê Cejna Ekîto pîroz kir
Pêkhateyên Hesekê Cejna Ekîto pîroz kir
Pêkhateyên Hesekê Cejna Ekîto pîroz kir
Pêkhateyên Hesekê Cejna Ekîto pîroz kir
Pêkhateyên Hesekê Cejna Ekîto pîroz kir
Pêkhateyên Hesekê Cejna Ekîto pîroz kir
1 nîsan, 2023   13:46
HESEKÊ

Her sal di 1`ê Nîsanê de gelê Asûr û Suryan li Sûriye û cîhanê Cejna Ekîto pîroz dikin. Îsal suryan û asûrên kantona Hesekê ev roj pîroz kir û şahiyek li gundê Til Werdiyat ê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê bi tevlêbûna pêkhateyên herêmê yên kurd, ereb û suryan li dar xist.

Her wiha di şahiyê de nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rûspiyên êlên ereb û endamên saziyên sivîl û leşkerî yên bajêr hazir bûn.

Di şahiyê de endamê Desteya Rêveber ê Partiya Yekitiya Suryan Gebriyel Şamon axivî û Cejna Ekîto li pêkhateyên herêmê pîroz kir.

Şamon wiha domand: “Ekîto, vejîna dîorkê û rasniya şaristaniyan ku li ser erdê Bên El Nehrên (Mezopotamyayê) jiyane. Em îro dîsa destnîşan dikin ku ev li vir in, êşa par, çewisandin û komkujî nekarîn me tune bikin.”

Şamon balkişand ser hevgirtina pêkhateyên herêmê û got: “Ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk a pirreng û nenavendî, karê hevbeş gelek girîng e.”

Her wiha di şahiyê de seroka Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Edalet Omer axivî û diyar kir ku Ekîto cejna vejîna azadiyê û sepandina ewlehiyê li herêmê ye.

Edalet îşaret bi hewldanên pergalan ji bo tunekirina çanda herêmê kir û got: “Pergalên hegemonîk di serî de dewleta Tirk a dagirker xwest herêmê parçe bikin, nakokiyên olî û taîfî biafrînin, xêrûberakata herêmê talan bikin. Di serî de

Edalet banga yekitiyê li pêkhateyên herêmê kir ji bo ku hemû komployên li dijî projeya Rêveberiya  Xweser têk biçin.

Di şahiyê de endamê Desteya Giştî ya Rêxistina Asûrî ya Demokratîk-şaxê Sûriyeyê Nebîl Ewşana diyar kir ku dê hewl bidin tevahî astengiyan li pêşiya xurtkirina hevbeşiyê di navbera partiyan de ji holê rakin û piştgiriyê bidin komîteya koordîneya partiyan û pêşxistina wê da ku mecliseke neteweyî ava bikin ku hêviyên gelê herêmê rave dike.

Ewşana destnîşan kir ku armanca wan a sereke, avakirina Sûriyeyeke demokratîk a ilamnî û nenavendî ye ku mafên jinan û hemû pêkhateyên misoger dike û edalet û wekheviyê pêk tîne.

Di dawiya şahiyê de Koma Înana, Koma Atra ya Asûrî berhemên xwe pêşandan.

(dm/şx)

ANHA