Bi çalakiyeke hunerî û wêjeyî salvegera damezirandina YPJʹê pîroz kir

Bi boneya salvegera 10ʹemîn a avabûna Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), saziyên civaka sivîl ên Qamişloyê çalakiyeke hunerî û wêjeyî li dar xist.

Bi çalakiyeke hunerî û wêjeyî salvegera damezirandina YPJʹê pîroz kir
Bi çalakiyeke hunerî û wêjeyî salvegera damezirandina YPJʹê pîroz kir
Bi çalakiyeke hunerî û wêjeyî salvegera damezirandina YPJʹê pîroz kir
Bi çalakiyeke hunerî û wêjeyî salvegera damezirandina YPJʹê pîroz kir
Bi çalakiyeke hunerî û wêjeyî salvegera damezirandina YPJʹê pîroz kir
Bi çalakiyeke hunerî û wêjeyî salvegera damezirandina YPJʹê pîroz kir
1 nîsan, 2023   13:12
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera 10ʹemîn a damezirandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê, Tevgera Hîlala Zêrîn a çanda jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Dîwana Wêjeyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê çalakiyeke hunerî û wêjeyî li dar xist. Di çalakiyê de wêne hatin pêşandan û helbest hatin xwendin.

Çalakî bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" li navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya navçeya Dêrikê hat lidarxistin. Nûnerên jin ên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, partiyên siyasî yên kantona Qamişlo û şêniyên Dêrikê di çalakiyê de amade bûn.

Endama Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Firyal Çolî axivî û û li ser berxwedana YPJʹê got: "YPJʹê li hemberî êrişên çeteyên DAIŞ û êrişên dewleta Tirk a dagirker şer kir. YPJʹê wêrekî û îradeya xwe di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de îsbat kir û edalet û azadî ji bo bi hezaran jinan re pêk anî."

Piştre helbestvan Gulîstan Ehmed û Rûken Silo li ser berxwedana YPJʹê helbest xwendin.

Di çalakiyê de pêşangeha 50 wêneyên YPJ û Rêber Abdullah Ocalan hat vekirin.

Çalakî bi dirûşmên silavkirina berxwedana YPJ û dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî " bi dawî bû.

(bb)

ANHA