Zarokên şehîdan bi boneya 4’ê Nîsanê meşek li dar xist

Zarokên şehîdan a herêma Şehba û Efrînê ji bo rojbûna Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist û diyar kir ku rojbûna Rêber Ocalan vejîna rojeke nû ye.

Zarokên şehîdan bi boneya 4’ê Nîsanê meşek li dar xist
Zarokên şehîdan bi boneya 4’ê Nîsanê meşek li dar xist
Zarokên şehîdan bi boneya 4’ê Nîsanê meşek li dar xist
Zarokên şehîdan bi boneya 4’ê Nîsanê meşek li dar xist
Zarokên şehîdan bi boneya 4’ê Nîsanê meşek li dar xist
Zarokên şehîdan bi boneya 4’ê Nîsanê meşek li dar xist
Zarokên şehîdan bi boneya 4’ê Nîsanê meşek li dar xist
1 nîsan, 2023   12:19
ŞEHBA

Zarokên şehîdan ên ji herêma Şehba û Efrînê bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan meşiyan.

Meşê li qada navçeya Ehresê ya Şehbayê dest pêkir û heya goristana şehîdên Berxwedana Serdemê dewam kir.

Li goristanê daxuyanî hate dayîn. Bi navê zarokên şehîdan bi zimanê kurdî Rindê Dede û bi zimanê erebî jî Sembola Cimo daxuyanî xwend.

Zarokên şehîdan diyar kir ku rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li tevahî gelên Kurdistanê û tevahî mirovahiyê pîroz kirin.

Zarokên şehîdan bang kir ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn û çalakî werin mezinkirin.

Di dawiya çalakiyê de li ber her gorekî kulîlk hatin çandin.