Li Kobanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan hat pîrozkirin

Li bajarê Kobanê û navçeya Sirînê yên girêdayî herêma Firatê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.

Li Kobanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan hat pîrozkirin
Li Kobanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan hat pîrozkirin
Li Kobanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan hat pîrozkirin
Li Kobanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan hat pîrozkirin
30 adar, 2023   14:38
KOBANÊ

Bi boneya nêzîkbûna 4ʹê Nîsanê ku roja rojbûna Rêber Abdullah Ocalan e, Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê çalakiyek bi amadebûna zarokên şehîdan li navçeya Sirînê dar xist.

Destpêkê mûm li ber wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hat vêxistin. Piştre hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Behiya El Elî rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û got: "Bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan demokrasî li ser vê xakê pêk hatiye."

Piştre komên navenda çand û hunerê yên navçeya Sirînê stran gotin. Çalakî bi dirûşma "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

Li bajarê Kobanê jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Di pîrozbahiyê de endama Koordînasyona Kongra Star Macîda Hesûn berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li girtîgeha Îmraliyê silav kir û got: "4ʹê Nîsanê mîlada şaristaniya demokratîk e,  Rêbertî bi fikr û felsefeya xwe rih da vê şaristaniyê."

Piştre endamên jin ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin xelatkirin.

Di dawiyê de Koma Hîlala Zêrîn a herêma Firatê stran gotin.

(bb)

ANHA