​​​​​​​Efrîniyên li Şehbayê: Em piştgiriya gelê xwe yên li Cindirêsê dikin

Koçberên Efrînê yên li Şehbayê da zanîn ku ew destekê didinên gelê li Cindirêsê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û got komkujiya wan di şeva Newrozê de pêk aniye, hewldaneke qirkirina gelê Kurd e.

​​​​​​​Efrîniyên li Şehbayê: Em piştgiriya gelê xwe yên li Cindirêsê dikin
30 adar, 2023   00:33
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Çeteyên Ehrar El Şerqiye yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li dijî 4 welatiyên ji malbata Pêşmerg li taxa 16′an a li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî komkujiyek pêk anî.

Dûre şêniyên Cindirêsê û tevahî navçeyên kantona Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî li pêş mala şehîdan li dar xist, ruxmî hewla îstîxbarata Tirkiyeyê û ENKS′ê hewl da vê çalakiyê têk bibe.

Koçberên Efrînê yên li Şehbayê di 23′yê Adarê de konê sersaxiyê ji şehîdan re veda, her wiha di 26′ê Adarê de jî li Fafînê ji bo piştgiriya çalakiya şêniyên li Efrîna dagirkirî, xwepêşandanek li dar xist.

Têkildarî mijarê, koçberê ji Cindirêsê ku li gundê Wehşiyê yê Şehbayê bi cih bûye, Omer Mihemed wiha got: "Ji dema kantona Efrînê beriya 5 salan ve hatiye dagirkirin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hovantirîn sûcan li dijî şêniyan, ji revandin, qetilkirin, tecawîzkirin û destserkirina mal û milkan û îşkencekirina di girîtgehan de pêk tînin. Wê yekê di çarçoveya qirkirina Kurdan li herêmê de dikin."

Mihemed wiha domand: "Gelê Kurd weke mîraseke ji sedsalan ve agir di şeva Newrozê de pê dixin. Ev agir nûnertiya serkeftinê xêrê li dijî şer nîşan dide. Malbata Pêşmerge jî agirekî biçûk pêxist, lê çeteyên dagirkiriyê komkujiyek li dijî wan li pêş malê pêk anî."

Mihemed wiha pê de çû: "Divê sûcdar werin cezakirin, bi taybet dewleta Tirk a dagirker ku bi dehan sûc li dijî şêniyên Efrînê ji dema dagirkirinê ve pêk anîn."

Omer Mihemed wiha gotina xwe bi dawî kir: "Serhildana ku şêniyên Cindirêsê pêk aniye, serhildaneke pîroz e. Em koçberên li Şehbayê destekê didin vê serhildana li dijî dagirkerî û alîgirên wê."

Li aliyekî din jî koçberê ji Cindirês Mihemed Dawûd ku li Ehdas a Şehbayê bi cih bûye, got di 20′ê Adarê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi fermana îstîxbarata dewleta Tirk li dijî welatiyên Cindirêsê sûc pêk anî û 4 kes qetil kirin.

Dawûd di dawiyê de got: "Serhildan bersiva li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên 5 salan û bêdengiya navneteweyî ya li hember wê yekê ye."

(fr)

ANHA