​​​​​​​30 koçberên êzidî vegeriyan Şengalê

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku 30 koçberên êzidî ji wargeha Bêrsîvê ya li Zaxoyê vegeriyane Şengalê.

​​​​​​​30 koçberên êzidî vegeriyan Şengalê
29 adar, 2023   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand di çarçoveya bernameya hikumetê ya ji bo girtina wargehên penaberan de, îro 30 koçberên êzidî ji wargeha Bêrsîvê ya li Zaxoyê vegeriyan warê xwe Şengalê.

Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin ku ji bo vegera penaberan hemû asankarî ji aliyê rêxistinên navnetewî û Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ve hate kirin.