​​​​​​​Şîrketa DNO ya petrolê karê xwe li Başûr sekinand

Piştî biryara Dadgeha Navneteweyî ya Lihevkirinê ya Parîsê ya têkildarî şandina petrola Başûrê Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê, Şîrketa DNO ya Norwecê ragihand ku ew ê bi awayekî demkî karê hilberandina petrolê bisekinîne.

​​​​​​​Şîrketa DNO ya petrolê karê xwe li Başûr sekinand
29 adar, 2023   13:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Şîrketa DNO ya Norwecî ku di warê petrol û gazê de kar dike, diyar kir ku 4 roj piştî sekinandina şandina petrola Başûrê Kurdistanê ya bi rêya boriyên Tirkiyeyê ya ji bo Bendera Ceyhanê, wan bi awayekî demkî hilberandina petrolê li Başûrê Kurdistanê rawestandiye.

Di beşeke din a daxuyaniya DNO’yê de tê gotin ku wan ji şevê din ve hilberandina petrolê li bîrên petrolê yên Başûr sekinandiye.

Şîrketa DNO li bîrên petrolê yên Tawkê û Pêşkebîr rojane 107 hezar bermîl petrol derdixist ku dike ji sedî 25’ê petrola ku ji Başûrê Kurdistanê bi navê aboriya serbixwe ji bo bazara cîhanê dihat firotin.