Rojnameyên erebî: Îran li Dêrazorê ji eşîran yekîneyan ava dike

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa hewldanên Îranê yên nû yên li Sûriyeyê û rewşa Îsraîlê kir.

Rojnameyên erebî: Îran li Dêrazorê ji eşîran yekîneyan ava dike
29 adar, 2023   08:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Quds El Erebî têkildarî rojeva Sûriyeyê ev tişt nivîsand: "Çavkaniyên xwecih da zanîn ku fermandarên Pasdarên Îranê civînek ji şêx û rûspiyên êlên Dêrazorê ya bakurê rojhilatê Sûriyeyê re li dar xist, da ku hêzeke eşîran a ji 2 hezar leşkerî ava bike. Dê Newaf El Beşîr û Hemûd El Beşîr serkêşiya wê hêzên bikin û fermandarê berê ya milîsên El Qatircî, Ebdullah El Hisên jî dê çavdêrê leşkerî yê hêzê be. Ev yek ji bo mayîndekirina serweriya milîsên Îranê, xurtkirina hêza wan û misogerkirina destkeftiyên wan ên li herêmê tê kirin.

Di civînê de fermandarên Pasdarên Îranê û di serî de berpirsên leşkerî yê milîsên Îranê li Dêrazorê Hac Mihdî, serokê milîsên êlan Hac Malik, berpirsê ewlekariyê yê Pasdarên Îranê yê li Sûriyeyê Hac Kemîl, gerînendeyê berê yê navenda çandê yê Îranê li Dêrazorê Hac Hisên û fermandarên xwecih ên ji Dêrazorê amade bûn.

Malpera rojnameya El Cisir a herêmî da zanîn ku civîna veşartî bi şêx û rûspiyên êlên Dêrazorê re hatiye lidarxistin. Tê de rayedarên îranî planên leşkerkirina milîsan û zêdekirina tevlêbûnê danîne, nexasim ku di demên dawîn de hejmara wan kêm bûbû. Îran bi wê yekê hewl dide serweriya xwe biparêze. Di civînê de berpirsên Îranê soz da ku kartên taybet bidin wan, da ku tevgera dilxwazên nû hêsan be û wan teşwîqî tevlêbûna nava milîsên Îranê bikin, her wiha soz da wan pereyan bidin her leşkerekî da ku ciwanên din ên eşîran jî tev li nava refên milîsên bikin û destekê bidin xebatên leşkerkirinê.

Di civînê de her wiha hin peywirên nû hatin diyarkirin. Fermandarekî xwecih ê bi navê Tariq Hac Yasîn wek çavdêrê leşkerkirina ciwanên qebîleyan û rêveberê baregehên taybet ên perwerdeyê hat erkdarkirin. Berpirsên Îranê fermana avakirina dîwana qebîleyan jî da (heyeteke daîmî ye, karê wê çavdêriya kar û barên qebîleyên herêmî ye, her wiha di navbera sûriyeyiyên xwecih û fermandariya Pasdarên Îranê de rola navbeynkariyê dilîze).”

′ÎSRAÎL; RUXMÎ BANGA SEROK A DIYALOGÊ JÎ XWEPÊŞANDAN DEWAM DIKIN′

Rojnameya Şerq El Ewset jî der barê xwepêşandanên li Îsraîlê de wiha nivîsand: "Serkêşên tevgera xwepêşandana mezin a li dijî plana hikumetê -ya guhartina pergala hikumetê û lawazkirina saziya dadgeriyê- ragihandin ku ruxmî banga serokkomar a diyalogê jî ew ê xwepêşandanên heftane dewam bikin. Her wiha hişyarî da ku serokwezîr Benjamin Netanyahu dibe ku bi taloqkirina pejirandina qanûnan ku şeva duşemê ragihandiye, welatiyan dixapîne. Duh, koalîsyona hikumetê qanûneke nû pejirand. Li gorî wê pêşnûmayek guhertina qanûna bingehîn tê pêşkêşkirin, armanc jê guhertina sazûmaniya diyarkirina dadgeran û hêsankirina desteserkirina koalîsyona hikumetê li ser dadgeriyê ye.

Tevî ku koalîsyonê îdia kir ku pêşkêşkirina pêşnûmaya qanûnê tedbîreke teknîk e jî, lê muxalefetê ev yek mîna ku beriya diyalogê debance li ser maseyê bê danîn, hesiband. Tevî vê jî, fermandariya siyasî ya muxalefetê bi nûnertiya serokê ′Partiya Baregeha Fermî′ Benny Gantz û serokê ′Partiya Siberoj Heye′ Yair Lapid li hev kir ku êvara sêşemê bi serkêşiya serokkomar Îshaq Herzog, wekî hevdîtina yekemîn a partiyên di bin sîwana koalîsyonê û muxalefetê de diyalog bê destpêkirin û projeya sererastkirina dadgeriyê ku bûye sedema xwepêşandênên berfireh, bê nîqaşkirin.”