Hêrsa dijî AKP`ê bi xweşewitandinê nîşan da

Malbata ku ti rêyek din jê re nema, li pêşiya şaredariya AKP`ê xwe şewitand.

Hêrsa dijî AKP`ê bi xweşewitandinê nîşan da
29 adar, 2023   06:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Welatiyên ku li hemberî pêkanînên desthilatdariya AKP-MHP`ê bêzar bûne û tu rêyên wan nemane, êdî serî rêbazên neçariyê didin.

Di 20 salên desthilatdariya AKP`ê de birçîbûn, feqîrî û belengazî gihîştiye asta herî jor. Welatiyên ku nikarin debara xwe bikin ketine şerê man û nemanê. Lê pêkanînên desthilatdariyê wan ber bi mirinê ve dibin.

Mînaka herî dawî jî li bajarê Qeyserî yê Tirkiyeyê hat dîtin.

Li bajaroka Yahyali ya girêdayî Qeyseriyê welatiyekê ji bo sewalên xwe govek çêkir, lê şaredariya AKP`yî hilweşand. Li ser vê yekê, welatiyê ku navî wî nehat zanîn li gel hevjîn û zaroka xwe çûn pêşiya avahiya şaredariya AKP`ê û xwe şewitandin.

Welatiyên derdorê mudaxele kirin û agir vemirandin. Di bûyerê de welatiyê behsa mijarê, hevjîn û zaroka wê birîndar bûn. Her wiha 4 kesên ku hewl didan agir vemirînin jî birîndar bûn.

Di dîmenên ku di hinek malperên ragihandinê hatin weşandin de, rewş bi awayekî zelal tê dîtin.

ANHA