Esed 5 wezîr guherandin

Li gel rewşa karesatê ya li herêmên hikumeta Şamê, Beşar Esed qanûna guhartina hikumetê ji bo 5 wezaretan derxist.

Esed 5 wezîr guherandin
29 adar, 2023   09:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa bi ser hikumeta Şamê ve, Beşar Esed qanûnek derxist ku Fîras Hesen Qedor bibe wezîrê petrolê, Muhsin Ebdulkerîm Elî bibe wezîrê bazirganiya hundirîn û parastina mizêxeran, Ebdulqadir Coxedar bibe wezîrê endustriyê, Luey Îmadeedîn El Muncid bibe wezîrê kar û barên civakî û Emed Bostecî bibe wezîrê dewletê.

Ev guhartna hikumetê, li gel rewşa aborî û civakî ya karesatê li herêmên hikumeta Şamê pêk tê.

(fr)