Li Iraqê 3 DAIŞʹiyên ʹXeternakʹ hatin girtin

Mûdîriyeta Îstîxbarata Leşkerî ya Iraqê ragihand ku 3 çeteyên DAIŞʹê yên ʹXeternakʹ girtine.

Li Iraqê 3 DAIŞʹiyên ʹXeternakʹ hatin girtin
28 adar, 2023   19:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Mûdîriyeta Îstîxbarata Leşkerî ya Iraqê ragihand ku wê bi hevkariya hêzên ewlekariyê 3 DAIŞʹiyên ʹXeternakʹ li herêma di navbera Bexda û Diyalayê de girtin.

Di daxuyaniya mûdîriyetê de hate gotin, her sê çete ji aliyê dadgehê ve dihatin xwestin û hat diyarkirin li gel 2 çeteyan çek, teqmenî û ala DAIŞʹê hatin dîtin.

(bb)