DYAʹyê ceza dan xizmên Esed û kesayetên nêzî Hizbullah

Ji ber rola wan a di hilbirandin û qaçaxçîtiya madeya captagon a hişbir de, DYAʹyê ceza li 2 xizmên Esed û kesayetên nêzî Hizbullah birîn.

DYAʹyê ceza dan xizmên Esed û kesayetên nêzî Hizbullah
28 adar, 2023   19:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand, ji ber rola wan a di hilbirandin û qaçaxçîtiya madeya captagon a xeternak de wê ceza da 6 kesan, di nav de 2 xizmên Beşar Esed hene.

Gerînendeya Nivîsgeha Çavdêriya Binyadên Biyanî ya Wezareta Gencîneyê Andrea M Jackie daxuyand ku di warê çêkirina madeya hişbir (captagon) de Sûriye li ser asta cîhanê bûye ya yekemîn û got,  miqdareke mezin a vê madeyê ji Sûriyeyê bi rêya Lubnanê tên derxistin.

Andrea M Jackie her wiha got: "Bi hevkariya hevalbendên xwe em ê wan kesên ku bi rêya bazirganiya bi madeyên hişbir destekê didin rejîma Beşar Esed a ku zordariya li dijî gelê Sûriyeyê didomîne, ceza bikin. "

Li gorî daxuyaniyê, kesên ku ceza li wan hatiye birîn ev in, ʹʹPismanê Beşar Esed Samir Kemal Esed e ku çavdêriya kargeha sereke ya çêkirina captagonê ya li Laziqiyê dike û pismanê din ê Beşar Esed Bedîh Esed e ku di tora herêmî ya qaçaxçîtiya hişbirê de kesayetekî sereke ye.ʹʹ

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ceza li karsazê Sûriyeyî Xalid Qedûr jî hatiye birîn ku nêzî birayê Beşar El Esed, Mahir El Esed e. Di nav de Nûh Ziêter û Hesen Diqo, wezaretê ceza da hin kesayetên lubnanî  yên bi Hîzbullah re têkildar in.

(mh)