‘Rêber Abdullah Ocalan hêviya guhertina şoreşgerî ye’

Rewşenbîrên kantona Girê Spî xemsariya navneteweyî ya li hember berdewama tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku di vê pêvajoya hesas de ya dîroka herêmê de Rêber Abdullah Ocalan hêviya guhertina şoreşgerî ye.

‘Rêber Abdullah Ocalan hêviya guhertina şoreşgerî ye’
28 adar, 2023   23:40
EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker ji zêdetirî 2 salan ve tecrîdeke mutleq li Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye ku heta roja me ya îro berdewam e. Ruxmî ku ji zêdetirî 24 salan ve li girava Îmraliyê di nava şert û mercên dermirovî de tê ragirtin û ji mafên xwe yên herî sereke jî bê par hatiye hiştin ku peymanên navneteweyî erê kirine.

Ji bo bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê bangên mezinkirina têkoşîn û berxwedanê zêdetir dibin.

Rewşenbîrên kantona Girê Spî bêdengî û xemsariya hêzên navneteweyî li hember tecrîdê şermezar kir.

/kr/uploads/files/2023/03/28/192147_-.webp

Rewşenbîr Ferhad Şikrî got: “Felsefe û fikrê Rêber Abdullah Ocalan çareseriya herî guncaw a doz û nakokiyên li herêmê ye ku pergalên kapîtalîst ên desthilatdar afirandine. Ji bo pêkanîna armancên xwe yên kirêt, gelan di şerên xwe de bi kar tînin. Li ser wê fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir û bû bingeha têkoşîna gelan ji bo ku ji zilma dagirkeriya Tirk xilas bibin. Ev dewleta ku Rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî girtiye û di serdama 21`an de faşîzma xwe li wan pêk tîne.”

Şikrî destnîşan kir ku divê gelên herêmê li hember hemû pergalên dîktator têkoşînê mezin bikin. Di heman demê de Şikrî bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku berpirsyariyên xwe li hember dan û standina ne baş a bi Rêber Abdullah Ocalan û hevalên wê re di girtîgehên Tirkiyeyê de tên kirin, bînin cih.

/kr/uploads/files/2023/03/28/192203_-.webp

Rewşenbîr Malik El Humeyrî jî got divê israra li ser pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berdewam bike û wiha domand: “Divê gelên herêmê têkoşînê mezin bikin. Divê gel li ser komployên ku li dijî wan tê kirin, bên hişyarkirin. Ji ber ku ev pergal dixwazin çarenûs û xêr û berakata wî kontrol bikin.”

El Humeyrî destnîşan kir ku di vê pêvajoya hesas a dîroka herêmê de, kesayeta Rêber Abdullah Ocalan, pêşeng e û hêviya guhertina şoreşgerî ye nexasim ku herêm hîna qada nakokiyên navneteweyî û herêmî ye û qada dewletên neteweperest e ku karîgeriyên gelên azadîxwaz kontrol dike.

El Humeyrî di nirxandinên xwe de got: “Çima peymanên heyî di pratîkê de pêk nayên û tenê mîna hibrê li ser kaxizê mane? Heke em bêjin ku dewleta Tirk a dagirker Rêber Abdullah Ocalan girtiye, ji ber ku nasnameya Tirkî pê re heye, gelo bi kîjan heqî mafên girtiyekî binpê dike! Kîjan qanûn kiriye bingeh ku hevdîtina bi parêzeran û malbatê re li Rêber Abdullah Ocalan qedexe bike?”

(şx)

ANHA