Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fermandar Egîd bi bîr anî

Fermandar Mahsûm Korkmaz (Egîd) li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bibîranîn. Di bîranînê de soza şopandina xeta şehîdan hate dayîn.

28 adar, 2023   13:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya Hefteya Lehengiyê ku di navbera 21-28`ê Adarê de ye, çalakiyên cihereng li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de şêniyan soza şopandina rêya şehîd Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz da.

TIRBESPIYÊ

Meclisa Navçeya Tirbepsiyê civînek li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li dar xist.

Di civînê de hevseroka PYD`ê  ya şaxê navçeyê Hediye Şemo şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Hefteya Lehengiyê, giyanê têkoşîna ji zêdetirî 50 salî ve ye ku hîna berdewam e. Şoreşa Rojava jî berhema wê ye.”

Di dawiyê de Hediye soza şopandina rêya şehîd Egîd heta pêkanîna jiyaneke azad da.

ÇILAXA

Li navçeya Çilaxa jî Meclisa Malbatên Şehîdan merasîmek li hola Navenda Çandê li dar xist. Şêniyên navçeyê tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Selma Ebdullcelîl axivî û got: “Şehîd Egîd têkoşerek bû ku çirûska azadiyê li dijî zulmê û koletiyê pêxist û pêşengê têkoşîna me ye.”

Selma Ebdullcelîl  banga xurtkirina têkoşînê kir û soza şopandina rêya şehîdan û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan da.

KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê li Qada Şehîd Egîd a Kobanê daxuyaniyek da. Hevserokê meclisê Adil Hec Kerho daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Guleya ku şehîd Egîd li çiyayên Kurdistanê teqand, çirûska yekemîn a azadiyê bû û li her çar parçeyên Kurdistanê deng veda. Pergala 12`ê Îlonê anku darbeya leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker têk bir.

Şehîd Egîd  bi rêya şehîd Mezlûm Dogan Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kiriye û bû fermandarê artêşa PKK`ê, her wiha bû fermanderekî manweî ya Artêşa Rizgariya Kurdistanê.”

TIL BIRAK

Li navçeya Til Birakê ya kantona Qamişloyê jî sinevîzyonek li ser jiyana şehîd Mazlûm Dogan û berxwedana zindanê hat pêşandan.

Piştre endamê Meclisa Giştî ya PYDʹê Ebdulxenî Oso semînerek da.    Ebdulxenî Oso behsa rêwîtiya têkoşînê ya Mazlûm Dogan kir û got: "Mazlûm Dogan di zîndana navendî ya Amedê de bi giranî îşkence lê hate kirin, lê belê dewleta Tirk a dagirker tu agahî ji wî negirtin. Mazlûm moral dida hevalên xwe yên girtî û rewşa zîndanê bi temamî guherand, bi vî awayî jî berxwedana zîndana Amedê ji bo belavbûna fikrê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû destek.”

Oso wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan navê Pirtûkxaneta gerok li Mazlûm Dogan kiribû, ji ber ku asoyên fikrê wî pir berfireh bûn, her wiha Rêber Abdullah Ocalan got ku şehîd Mazlûm rojane bêhtirî 500 rûpel dixwendin û ji ber ku wî di dema dadkirina xwe de gotibû 'li her dera ku Dehakên zalim hebin dê Kawayên hemdemî derkevin' û hertim hevoka 'berxwedan jiyan e' dubare dikir, gelê Kurd ê Amedê jî ew bi navê (Kawayê hemdemî) bi nav kir.ʹʹ

DÊRIK

Meclisa navçeya Dêrikê semînerek li navenda Çand û Hunerê ya Dîcle ya navçeyê da, semîner ji aliyê endamê meclisê Cûdî Mihemed ve hat dayîn.

Mihemed got: "Gelê Kurd gelek destkeftiyên dîrokî bi dest xistin û bi saya wan gelên bindest nexasim gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihîştin azadiya xwe jî, ev tev jî bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan, têkoşîna şehîdan, berxwedana wan a di hefteya berxwedanê de û berxwedaba şehîd Egîd (Mahsum Korkmaz) e.

GIRKÊ LEGÊ

Meclisa Girkê Legê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan, semînerek li navenda Sandîqeya Karkeran a bajarokê Rimêlanê  da.

Semîner ji aliyê endamê meclisa navçeyê Hesen Elî ve hat dayîn. Evîn Hesen bal  kişand ser têkoşîna şehîd Egîd û got,şehîd Egîd sembola berxwedana li hemberî zilm û faşîzma dewleta Tirk e.

REQA

Li Reqayê jî, şêniyên bajêr bi semînereke ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat dayîn, şehîd Egîd bi bîr anîn.

Di semînerê behsa têkoşîna pêşeng a fermandar Egîd a li hemberî dewleta Tirk a dagirker hat kirin.

Bîranîn bi siloganên "şehîd namirin" û "berxwedan jiyan e" bi dawî bûn.

 (şx-mh)

ANHA