​​​​​​​Besê Hozat: Biryara bêçalakiyê wê di hilbijartinan de jî dewam bike

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK`ê Besê Hozat anî ziman ku wê biryara rawestandina çalakiyan di pêvajoya hilbijartinê de jî dewam bike û diyar kir, “Êrîş wê dewam bikin. Divê hêzên me yên gerîla û gelê me bi ti awayî û li ti qadê xwe sist neke. Divê bersiva herî xurt ji êrîşan re bê dayin.”

​​​​​​​Besê Hozat: Biryara bêçalakiyê wê di hilbijartinan de jî dewam bike
28 adar, 2023   05:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat tevlî bernameya taybet a Medya Haberê bû û nirxandinên girîng kirin.

Besê Hozat di nava nirxandinên xwe de bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14`ê Gulanê li Tirkiyeyê û got: “Ev pêvajoya hilbijartinê ji bo civaka Tirkiyeyê, ji bo civaka Kurd gelekî girîng e. Bi rastî jî naşibe hilbijartinên beriya niha. Wateyeke xwe ya dîrokî heye. Bi vê pêvajoya hilbijartinê re eger têkoşîneke xurt bê meşandin, têkoşîn bê mezinkirin ev desthilatdariya faşîst wê 14'ê Gulanê hilweşe.”

Besê diyar kir ku wê biryara rawestandina çalakiyan di pêvajoya hilbijartinê de dewam bike, piştî hilbijartinê jî wê rewşê ji nû ve binirxînin û nêzîkatiya xwe bi raya giştî re parve bikin û wiha dom kir: “Bi taybetî di vê pêvajoya hilbijartinê de yekîneyên me yên leşkerî yên li bajaran, hêzên me yên leşkerî yên li bajaran wê bi ti awayî çalakiyan nekin. Divê hem hêzên me yên gerîla hem jî gelê me banga Biryargeha me ya Navendî girîng bibînin, guh bidin.”

Berfirehiya nirxandinên Besê Hozat ên derbarê mijarê de bi vî rengî ye:

BIRYARA RAWESTANDINA ÇALAKIYAN HETA HILBIJARTINÊ DERBASDAR E

Di rewşa heyî de Tirkiye ketiye nava pêvajoyeke gelekî girîng. Pêvajoyeke hilbijartinê ye. Ev pêvajoya hilbijartinê ji bo civaka Tirkiyeyê, ji bo civaka Kurd gelekî girîng e. Bi rastî jî naşibe hilbijartinên beriya niha. Wateyeke xwe ya dîrokî heye. Têkoşîna me ev desthilatdariya faşîst xistiye pêvajoya hilweşînê. Ketiye pêvajoya hilweşînê. Pêvajoya hilbijartinê jî parçeyek ji vê yekê ye. Bi vê pêvajoya hilbijartinê re eger têkoşîneke xurt bê meşandin, têkoşîn bê mezinkirin ev desthilatdariya faşîst wê 14'ê Gulanê hilweşe. Li ser vê bingehê ev hilbijartin xwedî wateyeke bi vî rengî ye. Weke min got, ev parçeyekî girîng ê vê têkoşînê ye, lewma me biryara rawestandina çalakiyan ji nû ve nirxand. Di pêvajoyeke bi vî rengî girîng de me ev biryar ji nû ve nirxand. Di çarçoveya girîngiya hilbijartinê ji bo gelê me, ji bo gelên Tirkiyeyê, li gorî rastiya dîrokî ya vê hilbijartinê, me biryar da ku biryara rawestandina çalakiyan di vê pêvajoya hilbijartinê de dewam bikin, heta hilbijartinê dibomînin û piştî hilbijartinê rewşê ji nû ve binirxînin. Lewma biryara me ya rawestandina çalakiyan wê di pêvajoya hilbijartinê de dewam bike. Piştî hilbijartinê em ê rewşê ji nû ve binirxînin û nêzîkatiya xwe bi raya giştî re parve bikin.

Bêguman di vê pêvajoyê de me ev yek dît, wê ji niha û pê ve jî dewam bike. Biryargeha me ya navendî jî daxuyaniyeke girîng da. Ji dema wergirtina biryara rawestandina çalakiyan û vir ve dewleta Tirk a faşîst êrîş zêde kir. Ji çekên kîmyewî heta bi bombeya taktîk nukleer û termobarîk her cûre çekên qedexekirî bi dehan caran, bi sedan caran hatin bikaranîn û têne bikaranîn. Li her derê êrîşan dewam kirin. Ji niha û pê ve jî wê dewam bikin.

LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DESTHILATDARIYÊ DIVÊ SEKNEKE XURT BÊ NÎŞANDAN

Em ketin pêvajoya hilbijartinê. Li gelek deveran ev êrîş wê dewam bikin. Ji aliyê Rojava ve jî ev rewş bi vî rengî ye. Ji bo Başûr jî, ji bo Bakur jî rewş bi heman rengî ye. Êrîş wê dewam bikin. Ji ber biryara rawestandina çalakiyan divê hêzên me yên gerîla bi ti awayî xwe sist neke, divê gelê me li ti qadê xwe sist neke. Divê bi rengê herî çalak bersiva herî xurt ji êrîşan re bê dayin. Biryara rawestandina çalakiyan li pêşiya vê yekê asteng nîne. Ji ber ku dewleta Tirk a faşîst bi hemû hêza xwe bi ser me ve tê. Li her derê êrîşên gelekî giran hene, li her derê dewleta Tirk êrîş dike. Li hemberî van êrîşan, li dijî her cûre êrîşan gerîla jî wê şerê herî çalak, têkoşîna herî çalak, berxwedanê bike. Di vê mijarê de wê sistbûn teqez nebe. Lê belê bi taybetî di vê pêvajoya hilbijartinê de yekîneyên me yên leşkerî yên li bajaran, hêzên me yên leşkerî yên li bajaran wê bi ti awayî çalakiyan nekin. Di pêvajoya hilbijartinê de weke ku min got, ev pêvajoya rawestandina çalakiyan wê dewam bike. Piştî hilbijartinê em ê rewşê ji nû ve binirxînin.

Ez careke din dixwazim bibêjim, girîng e. Divê hem hêzên me yên gerîla hem jî gelê me banga Biryargeha me ya Navendî girîng bibînin, guh bidin. Li her derê divê amade bin. Ji ber ku ev desthilatdariya faşîst ji bo winda neke wê êrîşan zêde bike. Em baş bi vê zanin. Li hemberî vê jî wê sekn, têkoşîn û berxwedana herî xurt bê nîşandan. Wê bersiva herî xurt bê dayin. Di vê mijarê de wê dudilî nebe. Divê her kes vê yekê bi vî rengî fêhm bike.

(cx)