​​​​​​​ʹTêkoşîna me wê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidomeʹ

Şêniyên Qamişlo û Minbicê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got, ew ê di hemû qadan de têkoşînê xurt bikin heta azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin.

​​​​​​​ʹTêkoşîna me wê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidomeʹ
27 adar, 2023   23:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne û hemû cûreyên îşkenceyê li dijî wî pêk tîne. Ji 25ʹê Adara 2021ʹê ve agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtî û hemû daxwazên parêzeran û malbatên ên ji bo dîtina wî tên redkirin. Dewleta Tirk bi vê yekê hemû qanûnên mirovî yên navneteweyî bin  pê dike.

Şêniyên Minbic û Qamişloyê bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê şermezar kir û got, ew ê têkoşînê berdewam bikin heta ku Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bibe.

Welatiyê bi navê Îbrahîm El Xelef ê ji Minbicê bêdengiya rêxistinên mirovî, di serî de bêdengiya CPT'yê ya li hember binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Bi rêya xwepêşandan û hemleyên komkirina îmzeyan em ê têkoşînê bidomînin heta ku tecrîdê bişkînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin."

Welatiya bi navê Îlham Serdar jî bang li rêxistinên mirovî kir ku di doza Rêber Abdullah Ocalan de erkên xwe yên mirovî û exlaqî bi cih bînin. Îlham Serdar destnîşan kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya hemû gelên cîhanê ye û çareseriya hemû pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn di fikrê wî de ye.

Welatiya bi navê Hena Telcibînî ya Minbicê ye jî destnîşan kir ku rêxistinên navneteweyî û yên hiqûqî ji ber bêdengiya xwe ya li hemberî tecrîdê baweriya xwe winda dikin.

Hena Telcibînî anî ziman ku şêniyên Minbicê wê têkoşîna xwe berdewam bikin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin.

Welatiya bi navê Hemdiye Silêman a ji Qamişloyê diyar kir ku armanc jê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan têkbirina îradeya gelên berxwedêr ên şopdarên xeta Rêbertiyê ye.

Hemdiye Silêman da zanîn ku bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan jinan rastiya xwe ya ku hatibû paşguhkirin, nas kir û got: "Ji ber vê yekê jin bi xeta Rêbertî ve hatine girêdan û dan ser rêya têkoşînê. Hêzên dijberî demokrasiyê jî ji vê yekê ditirsin.ʹʹ

Hemdiye Silêman anî ziman ku ew ê di hemû qadan de tê bikoşin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin û li hemberî armancên hêzên dijberî demokrasî û azadiya gelan bisekinin.

Welatiyê bi navê Eşref Husnî destnîşan kir ku girankirina tecrîdê beşek ji komploya navneteweyî ya li dijî îradeya gelan e û wiha domand: "Em ê di çarçoveya şoreşa Rojava de projeya neteweya demokratîk bi awayekî xurtir bidin rûniştandin da ku ji cîhanê re piştrast bikin ku tenê projeya me nirxên azadiyê yên hemû pêkhateyan di nav xwe de dihewîne."

Welatiyê bi navê Şivan Xelef Biro tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û soza şopandina fikrê wî da. Her wiha bang li rêxistinên mirovî kir ku li dijî tecrîdê xwedî li erkên xwe derkevin.

 (mh)

ANHA