Ciwanên Helebê bi meşeke meşaleyî şehîdên Komkujiya Cindirêsê bi bîr anîn

Ciwanên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi meşeke meşaleyî şehîdên komkujiya şeva Newrozê ya li Cindirêsê bi bîr anîn.

Ciwanên Helebê bi meşeke meşaleyî şehîdên Komkujiya Cindirêsê bi bîr anîn
Ciwanên Helebê bi meşeke meşaleyî şehîdên Komkujiya Cindirêsê bi bîr anîn
Ciwanên Helebê bi meşeke meşaleyî şehîdên Komkujiya Cindirêsê bi bîr anîn
Ciwanên Helebê bi meşeke meşaleyî şehîdên Komkujiya Cindirêsê bi bîr anîn
Ciwanên Helebê bi meşeke meşaleyî şehîdên Komkujiya Cindirêsê bi bîr anîn
Ciwanên Helebê bi meşeke meşaleyî şehîdên Komkujiya Cindirêsê bi bîr anîn
27 adar, 2023   20:53
HELEB

Bi dirûşma "Bi fedakariyê şehîdên Newroza Cindirêsê serhilana Efrînê wê bi serkeve", Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi meşeke meşaleyî şehîdên komkujiya şeva Newrozê ya li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî bi bîr anîn.

Meş ji pêşiya Jêrzemîna 8ʹê Adarê ya li beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir û li Parka Efrînê ya li taxa Eşrefiyê veguherî mîtîngê. Di meşê da alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan hatin hildan û dirûşmên "Bimire îxanetʹʹ, ʹʹBijî Efrîn û Cindirêsêʹʹ, ʹʹŞehîd namirin" hatin berzkirin.

Li Parka Efrînê berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê-Heleb, Canxweş axivî û got, meha Adarê ji bo wan meheke cuda ye, hemû berxwedan û serhildan di vê mehê de li dar ketin.

Canxweş got: "Yên ku hewl didin Kurdan qir bikin wê qir bibin. Yên ku dixwazin me kole bikin wê bibin kole. Em gelên Efrînê me gelek têkoşîn kir û tu kes nikare li hemberî têkoşîna me bisekine."

Canxweş anî ziman ku ruxmî hemû hewldanên qirkirina gelê Kurd wê agirê Newrozê her sal were pêxistin. Her wiha got, ciwanên şoreşger wê li qadan bin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin û herêmên dagirkirî rizgar bikin.

Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

(bb)

ANHA