Li DYA’yê li dijî dibistanekî êriş: 6 kes hatin kuştin

Li eyaleta Tennessee ya DYA’yê, li dijî dibistaneke seretayî êrişeke çekdarî pêk hat. Di encama êrişê de 3 jê zarok , bi giştî 6 kesan jiyana xwe ji dest da. Êrişkar li cihê bûyerê hat kuştin.

Li DYA’yê li dijî dibistanekî êriş: 6 kes hatin kuştin
27 adar, 2023   20:13
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li bajarê Nashville li dijî dibistana taybet a Xiristiyanan a bi navê The Covenantê êrişeke çekdarî hat kirin.

Êrişkar danê siharê ket dibistana ku nêzî 200 xwendekarên dibistana dayikê û refa 6’emîn lê hene, 3 jê zarok 3 xebatkarên dibistanê kuştin.

Li gorî daxuyaniya polîsan êrişkar li cihê bûyerê hatiye kuştin.