ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-03-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-03-2023
27 adar, 2023   23:00

-Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa merasîmê bîranîna şehîd Mahsûm Korkmaz (Egîd) li navenda çandê li dar dixe, saet 10:30ʹan. Bi heman armancê Meclisa Navçeya Tirbespiyê civînekê li hola PYDʹê li dar dixe, saet 12:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol di roja duyemîn de li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo dewam dike, saet 12:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji bo şehîdên Hefteya Lehengiyê Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz (Egîd) Tevgear Ciwanên Şoreşger meşeke meşaleyî li gundewarê rojava yê Dêrazorê li dar dixe, saet 12:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Qamişlo û Minbicê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got, ew ê di hemû qadan de têkoşînê xurt bikin heta azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di Hefteya Lehengiyê de, malbatên gerîlayan soza domandina xeta şehîd Mazlûm Dogan û şehîd Mahsûm Korkmaz da û got, Hefteya Lehengiyê pêngava herî mezin a ber bi azadiyê ve ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Heyva Sor a Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erebeyeke ambûlansê pêşkêşî Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li taxa Şêxmeqsûdê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Di çend rojên dawîn de, di navbera hêzên Îranê yên piştgiriyê didin hikumeta Şamê û hêzên Amerîkayê yên di bin sîwana Koalîsyona Navneteweyî de li gundewarên Dêrazor û Hesekê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rageşî derket. Bi vê yekê rêgeha bûyerên dema pêş jî hinekî zelal dibin. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Hevgirtina Aştî ya Mirovahiyê ya girêdayî Kongreya Îslama Demokratîk bi boneya meha Remezanê dest bi pêngavên alîkariyê kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA