Besê Hozat: Em çalakiyên xwe yên leşkerî heta hilbijartinê taloq dikin

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat got ku wan biryar daye çalakiyên leşkerî heya roja hilbijartinê rawestînin.

Besê Hozat: Em çalakiyên xwe yên leşkerî heta hilbijartinê taloq dikin
27 adar, 2023   19:33
 NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê  Hozat beşdarî bernameya Medya Haber TV'yê bû got: "Me biryar da  ku em ê çalakiyên xwe yên leşkerî heya hilbijartinê bidin sekinandin.ʹʹ

Piştî erdhejên li Mereşê KCK'ê biryara rawestandina çalakiyên leşkerî dabû. Lê tevî vê biryarê jî artêşa dewleta Tirk a dagirker heya niha gelek caran êriş biriye ser herêma Başûrê Kurdistanê.