​​​​​​​Artêşa Tirk li Cizîra Botan 6 gund dorpêç kirine

Artêşa Tirk a dagirker li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 10 roj e 6 gund dorpêç kirine. Her wiha li navçeya Pirsûs a Rihayê polîsên Tirk vê sibehê bi ser gelek malan de girt û 12 endamên HDP û DBP'ê destgîr kirin.

​​​​​​​Artêşa Tirk li Cizîra Botan 6 gund dorpêç kirine
27 adar, 2023   08:14
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî agahiyan, gundên Cinibrê, Nehribê, Biyakopkê, Batilê, Sirsirkê, Gozikê yên Cizîrê 10 roj e dorpêçkirî ne.

Leşkerên Tirk 'îxbar' wek hinceta vê yekê nîşand didin û têketin û derketina ji gundan hatiye asêkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê, gundiyekî ku navê xwe ji ber ewlekariyê nexwest eşkere bike, got: "Piştî ku dibe êvar kes nikare derkeve derve. Ji ber ku meha Remezanê ye mirov bi giranî piştî fitarê derdikevin derve. Lê belê ji ber vê dorpêçê kes nikare derkeve derve. Em di rewşeke zehmet de ne. Leşkeran di serdegirtina destpêkê de derî û paceyên gelek malan şikandin û gef li malbatan xwarin. Leşkeran diyar kirin ku li gorî fermana ji rayedaran wergirtine wê heta demekê li gundan bin. Lewma jî em nizanin bê ka dorpêç kengî bi dawî bibe."

LI PIRSÛSÊ 12 ENDAMÊN HDP Û DBP’Ê HATIN DESTGÎRKIRIN

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di serdegirtina malan de ku li dijî endamên HDP û DBP'ê pêk hat, 12 kes hatin destgîrkirin.

Di serdegirtinên serê sibehê de hevserokên navçeya Pirsûsê yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî hatin destgîrkirin.

Li ser hinceta destgîrkirinê agahî bi dest neketin. Kesên hatine destgîrkirin: Hevseroka DBP'ê ya Pirsûsê Rojda Bînîcî, hevserokê HDP'ê yê Pirsûsê Yaşar Gunduzalp, rêveberê HDP'ê Salîh Kaplan û Mehmet Yildiz, Eyşe Aksû, Ergun Akaslan, Feryal Çelîkbaş, Îsmet Balî, Avnî Gokkan, Mûstafa Balî, Îbrahîm Bulbul, Mehmet Akîf Yilmaz.