ʹRêxistina Mafên Mirovan û CPT hevkarên dewleta Tirk inʹ

Welatiyên Hesekê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku Rêxistina Mafên Mirovan û CPT bi bêdengiya xwe dibin hevkarên dewleta Tirk.

ʹRêxistina Mafên Mirovan û CPT hevkarên dewleta Tirk inʹ
27 adar, 2023   03:25
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Welatiyên bajarê Hesekê got, siyaseta tecrîdê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan kiryareke dermirovî û ne li gor pîvanên exlaqî ye.

/kr/uploads/files/2023/03/26/191358_-large.webp

Welatiyê bi navê Mihemed El Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya fikrê xwe yê li dijî azadiyê û bi rêya tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewl dide projeya demokratîk tune bike.

El Ehmed anî ziman ku fikrê azad ê Rêber Abdullah Ocalan bingeha projeya rêveberiya xweser û jiyana hevbeş e û got: " Dewleta Tirk a dagirker hewl dide vê projeyê têk bibe, ji ber vê yekê  êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û nahêle girtî hevdîtinê bi malbat û parêzerên xwe re bikin."

Mihemed El Ehmed bêdengiya rêxistinên navneteweyî û yên mirovî ya li hember tecrîdê  şermezar kir.

/kr/uploads/files/2023/03/26/191311_-large.webp

Welatiyê bi navê Ezîz Elî jî got, fikrê Rêber Abdullah Ocalan ji hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn re kilîta yekane ya çareseriyê ye.

Ezîz Elî anî ziman ku ramanê Rêber Abdullah Ocalan li gelemperiya Rojhilata Navîn belav bûye û ji hemû gelên herêmê re bûye mîna oksîjenê.

/kr/uploads/files/2023/03/26/191236_-large.webp

Şêniya bi navê Sena Mihemed tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku Rêxistina Mafên Mirovan û CPT’yê bi bêdengiya xwe dibin hevkarên dewleta Tirk a dagirker.

(mh)

ANHA