Li Cindirêsê çeteyan li ciwanekî da û gefa kuştinê lê xwarin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ciwanekî ku sembolên kurdî hilda bû û beşdarî xwepêşandana ji bo şehîdên komkujiya li Cindirêsê bûbû, xistin.

Li Cindirêsê çeteyan li ciwanekî da û gefa kuştinê lê xwarin
26 adar, 2023   18:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku çeteyên bi navê "Sultan Silêman Şah (Emşat) li ciwanê bi navê Mihemed Ebdo Hido yê ji navçeya Şiyê da. Rêxistina Mafên Mirovan da zanîn ku Mihemed Ebdo Hido sembolê kurdî hilda bû û beşdarî xwepêşandana ji bo 4 şehîdan a li navçeya Cindirêsê bûbû.

Rêxistinê destnîşan kir ku çeteyan saet di 01:00'ê nîvê girtin ser mala ciwanê Efrînî,  wî ji malê derxistin  û li devera Devewlê  bi tundî lê da û gefa kuştinê lê xwar.

Her wiha rêxistinê diyar kir ku benda kontorlê ya çeteyan a li ser rêya gundê Hemamê yê li başûrê navçeya Şiyê rê li ber welatiyên ku berê xwe didin navçeya Cindirêsê digirin û wan asteng dikin.

(mh)

ANHA