Rewşa şanoyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Yek ji nivîskarên şanoyê yê navdar ê di sedsala 20ʹî de, Bertolt Brecht dibêje: “Nanekî û şanoyekê bide min ez ê gelekî rewşenbîr bidim te”. Brecht bi vê gotinê balê dikişîne ser girîngiya şanoyê di çareserkirina pirsgirêkên civakî de. Gelo rewşa şanoyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di kijan astê de ye?

Rewşa şanoyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
27 adar, 2023   00:39
QAMIŞLO

Dîroka şanoyê vedigere 600 sal beriya zayînê. Şano wekî qadeke girîng a ravekirina pirsgirêkên civakî, siyasî û çandî yên civakê  tê dîtin. Ji ber ku şano rastiya civakî nîşan dide û hin caran guhertinana çêdike.

Li Îngilîstanê, di pêvajoya beriya ronesansê de ango pêvajoya ku hikumê dêran serwer bû, mijarên şanoyan olî bûn û pirsgirêkên civakê bi dîtineke olî dihatin destnîşankirin.

Bi destpêka pêvajoya ronesansê ya li Ewropayê ya destpêka sedsala 14'an a zayînê re, têkoşînên rizgariyê yên li dijî qedexeyên dêrê dest pê kirin û pêşketinên felsefeyê re bandora dêrê lawaz bû. Pê re pêvajoyeke nû di qada şanoyê de dest pê kir. Di encamê de  têgîna fatalîzmê ji holê rabû û têgehên wekî ʹmirov berpirsê xwe û qedera xwe diyar dikeʹ pêş ket.

Di şanoya ʹAntony û Cleopatraʹ ya nivîskar Shakespeare de Antonî li ser şûrê xwe dikeve û dimire. Ev rêbaz nîşan dide ku ji ber biryareke şaş ku bi xwe daye, mir.

Şanoya ʹDoctor Faustusʹ a nivîskar Christopher Marlowe nîşaneya herî xurt a  redkirina zextên dêrî yên li ser azadiya mirovan e.

Ev mînak hêza hunera şanoyê di avakirina zihniyeta civakê de nîşan dide. Lê mîna hunerên din û berhemên fikrê mirovî şano jî  ji aliyê pergalên desthilatdar ve hat bikaranîn. Van pergalan her tim dixwestin mîna vê hunera girîng bixin bin kontrola xwe û li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin.

Di pêvajoya desthilata rejîma Baasê de rewşa şanoyê li Sûriyeyê ji vê yekê ne dûr bû. Di dawiya salên 50ʹî yên sedsala borî de şanoya neteweyî hat avakirin.  Bi avakirina dewlet netewe ya Tirkan re di sala 1923`yan de û bi avakirina dewleta Îsraîlê re di sala 1948ʹan, hestên nîjadperestî li Rojhilata Navîn xurt bû.

Di 8ʹê Adara 1963ʹyan de Partiya Baas gihişt ser desthilata Sûriyeyê. Partiyê di nav de şano, her tişt xist bin kontrola xwe.

Desthilatên Baasê hebûna Kurdan înkar dikir û hemû çalakiyên hunerî yên Kurdan qedexe dikir. Şanoya “Şeva ketina Bexdayê” yek ji berhemên şanoyê yên navdar e ku nêrîna desthilatan a li Kurdan nîşan dide. Di vê şanoyê de desthilatdar Kurdan  wekî alîgirên DYA`yê ya li dijî dewletên dagirkirên Kurdistanê dibîne. Ev helwest di kesayeta  “Îho” de diyar dibe ku şanoger Ebdurehman Îd lîstiye.

Ev rewş heta destpa aloziya Sûriye di Adara 2011`an de dewam kir. Lê di 19`ê Tîrmeha 2012`an de çirûska Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pê ket. Di pêvajoya şoreşê de di gelek qadan de, di nav de şano destkeftî hatin bidestxistin. Di şoreşê de şanoya şoreşgerî dest pê kir û ber bi pêşketinê ve gav avêtin.

Bi wesîleya 27ʹê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê, em behsa rewşa şanoyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin.

Dîroka şanoyê li Rojava vedigere salên piştî 1980`î. Destpêkê şano di pîrozbahiyên Newrozê de dihatin pêşandan.

Ji bo gelê Kurd sala 1980`î dîrokeke balkêş e. Ji ber ku beriya vê dîrokê bi 2 salan an ku sala 1978ʹan damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hate ragihand, Beriya wê bi salekê Rêber Abdullah Ocalan derbasî Rojava bû.

/kr/uploads/files/2023/03/26/192822_-.webp

Nivîskarê şanoyê Beşîr Mele Newaf ev dîrok wekî tovika yekemîn a şanoyê li Rojava bi nav kir.

Mele Newaf bi bîr xist ku di salên 90`î de komîteyeke nivîskarên şanoyê hebû ku navarokên şanoyan amade dikin û li ser komên şanoyê belav dikirin. Mele Newaf anî ziman ku  ji ber zextên rejîma Baasê  ev kom jî bi awayekî veşartî kar dikin.

 Mele Newaf navê derhêner Mihemed Resûl bi bîr xist û diyar kir ku gelek berhemên wî dihatin amadekirin, kişandin û ji Roj Tv re dihatin şandin.

Bi destpêkirina şoreşê re,  koman êdî bi awayekî eşkere şano amade dikirin. Ji dawiya 2012`an ve li gelek herêmên Rojava komên şanoyê hatin avakirin.

/kr/uploads/files/2023/03/26/192841_-.webp

Sala 2012`an Koma Şahmeran a Şanoyê  ya ku ji aliyê Konfedrasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz a Kantona Efrînê ve hatiye avakirin şanoya xwe ya yekemîn a bi navê “Dalgeh” pêşanda. Nivîskarê vê şanoyê Mihemed Bîlal Yusif e yê di 14ʹê Çileya 2000`î de jiyana xwe ji dest da. Li gorî nivîskar û derhênerê şanoyê Ednan Mistefa,  gelek berhemên hunerî yên Yusif hene û di Kovara Sorgul de kar kiriye.

Piştre li Efrîn, Kobanê û Cizîrê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komên şanoyê hatin damezirandin.

Ji bo pêşxistina şanoyê Akademiya Şehîd Yekta sala 2016`an li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo hate vekirin. Ji akademiyê gelek şanoger derçûn. Sala 2019`an Komîna Şanoyê li Qamişlo hate damezirandin. Ji dema damezirandinê û vir ve li ser asta herêma Cizîr û kantona Kobanê 90 şanoger ji komînê derçûn.

Ji 2015`an ve, gelek mîhrîcanên şanoyê li dar ketin. Ya herî girîng Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol e.  Mîhrîcana 9ʹemîn a Şehîd  Yekta Herekol îro li ser dîka şanoyê ya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişlo dest pê kir.

Li ser astengiyên li pêşiya şanoyê Mele Newaf got: “Dîroka şanoyê vedigere 700 sal beriya zayînê, lê dîroka şanoya Kurd tenê 10 sal in. Sedema vê yekê zextên bi salan e ku li dijî wî hatine meşandin.”

Mele Newaf îşaret pê kir ku êrişên domar ên li ser herêmê û bêistiqrariyê siyasî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê bi giştî hişt ku rewşa jiyanî paşde biçe û pê re eleqedariya bi şanoyê jî kêm bû.

Ednan Mistefa jî got: “Pêşketina tekenolojiyê û temaşekirina berheman bi rêya sosyal medya û telefizyonê bû sedem ku eleqedariya bi şanoyê kêm bibe.”

Têkildarî faktorên xwezayî Mele Newaf ev tişt anî ziman: “Ji ber ku ev huner nû ye, zaîfbûn di şanoger û nivîskaran de heye. Neberdewamî û pêşandana şanoyan di boneyan tenê de sedemeke din e ku hezkiriyên wê kêm bin. Her wiha valahiya di navbera navarokên şanoyê û civakê, sedemeke din e."

Li beramber wê, hewldanên ji bo pêşxistina şanoyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Plansazî heye ku di havîna bê de pêşbirgek ji bo nivîsên şanoyê, were lidarxistin ji bo ku behreyên nivîskaran bi pêş kevin û navarokên şanoyan xurt bibin. Her wiha projeyeke din heye ku pêşengaheke hunerên şanoyê li Zanîngeha Rojava bê vekirin.

(şx)

ANHA