Amadekariyên pîrozbahiya sedsaliya Qamişloyê tên kirin

Şaredariya Gel a Qamişlo amadekariyên li dar xistina pîrozbahiya salvegera 100`emîn ya avakirina bajêr dike. Wê di pîrozbahiyê de bal bê kişandin ser dîrok, mîrateya çandî û pirrengiya civakî ya Qamişloyê.

Amadekariyên pîrozbahiya sedsaliya Qamişloyê tên kirin
27 tîrmeh, 2026   11:31
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Bajarê Qamişlo ku di sala 1926'an de di dema mandatariya Fransayê de hate damezrandin, di dirêjahiya dîroka xwe de bûye navendeke girîng a çandî, aborî û civakî ya Rojavayê Kurdistanê. Di 20`ê Tebaxê salvegera 100`emîn a avakirina bajarê Qamişlo ya. Bajarê qamişlo nimûneyek jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan-Asûr, Ermen û Çerkes de çêkir, di salên dawî de jî gelek xelk ji herêmên cuda yên Sûriyeyê koçî Qamişloyê bûn. 

Di çarçoveya amadekariyên ji bo vê munasebetê, Şaredariya Gel a Qamişlo ji bo pêkanîna bernameyeke pîrozbahiyê ku pê dîroka bajarê belge bike, komîteyeke amadekar hazir kir.

Di nava amadekariyan de wê çalakiyên çandî, hunerî û flokorî yên ku şarestaniya bajêr vedibêjin hebe. Wê ji hemû pêkhateyan komên flokorê amade bin, dê hunermendên Ereb, Kurd û Suryan jî beşdarî şevbuherêkên vê çalakiyê bibin.

Komîte bi armanca nasandina dîrokê ji bo nifşên nû, belgefîlmeke ku dîroka Qamişlo ji destpêka avakirinê heta roja îro, di warê wê yê civakî û çandî de belge dike, amade dike.

Wê hejmarek ji kesayetên civakî, çandî, neteweyî yên temen mezin ên ku di qonaxên avakirina bajêr de amade bûn, ji bo rola xwe ya parastina bîra Qamişlo û veguhestina wê ji bo nifşên bê, bên xelatkirin.

Li gorî Şaredariya Gel ji bo çêkirina pîrozbahiyê bi awayeke baş, amadekarî bi şêwazeke bi lez didomin.

(sb)

ANHA