Ji bo daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî çalakî didomin

Xwendekar û malbatên xwe li gundê Tobiz ê Amûdê û yên li bajarê Zirganê bi çalakiyên cuda daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kir.

16 îlon, 2026   15:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Tobiz ê Amûdê xwendekar û malbatên xwe li pêşiya Dibistana Şehîd Ehmed çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de bi navê şênî û xwendekaran ji hêla xwendekara bi navê Maya Ebdulrehîm ve daxuyaniyek hat xwendin. Di daxuyaniyê de biryara Wezareta Perwerdeyê ya tenê dayîna 3 dersan di hefteyê de, hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku zimanê kurdî beşeke sereke ya nasnameya civakê û dîroka wê ye, parastina wî ji bo nifşên nû berpirsyartiyeke hevbeş e.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê hikumeta veguhêz biryareke adilane bide.

Beşdarên çalakiyê da zanîn ku ew ji pey mafê xwe venagerin û bi sloganan “Bê ziman jiyan nabe” û “Zimanê me nasnameya me ye” çalakî bi dawî bû.

ZIRGAN

Şêniyên bajarê Zirganê jî xwepêşandan li dar xist. Xwepêşandanê ji pêşiya navenda Mala Jinan bi beşdariya şênî û xwendekaran, bi rakirina pankartên “Ez bi kurdî diaxivim, dixwînim û dinivîsim” û “Divê dibistanên me kurdî bin” dest pê kir.

Piştî ku xwepêşandêr gihîştin Çerxerêya Şehîd Dijwar, xwepêşandana xwe veguherand mîtîngê, di mîtîngê de daxuyanî bi zimanê kurdî ji hêla ciwanê bi navê Dilyar Ebdê û bi zimanê erebî ji aliyê Fatma Hamid ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi bûyera li girtîgeha Kobanê hate kirin, sersaxî ji malbatên şehîdên girtîgehê re hat xwestin û şehîdên girtîgehê bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew ê daxwazên xwe yên ji bo destxistina perwerdeya bi zimanê kurdî bidomînin, zimanê kurdî beşeke esasî ya nasnameya wan e û divê parastina wê bê kirin.

DIRBÊSIYÊ

Li bajarê Dirbêsiyê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Meclîsa Bajarê Xas daxuyanî weşandin.

Daxuyaniya Meclîsa Bajarê Xas li ber avahiya meclîsê ji aliyê endamên meclîsê Mihemed Xelef û Nîvîn El Ehmed ve û daxuyaniya TEV-DEMê li navenda tevgerê ji aliyê Stêra Ayo û Nûjîn Hêrz ve hat xwendin.

Herdu daxuyaniyan ji hikûmeta veguêz xwestin ku biryarên xwe yên derbarê zimanê Kurdî de ji nû ve binirxîne û siyasetek zimanî ya dadperwer ava bike ku mafê Kurdan ê perwerdehiyê bi zimanê dayikê garantî bike.

Her wiha wan daxwaza naskirina zimanê Kurdî wekî zimanekî resen ê Sûriyeyê kirin.

(sb)

ANHA