Kirby: Washington dê mîsyona xwe li Sûriyeyê bidomîne

Koordînatorê Peywendiyên Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Koşka Spî John Kirby got, welatî wê nafikre ku hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyeyê kêm bike. Kirb ragihand, Washington dê mîsyona xwe ya tunekirina DAIŞʹê bidomîne.

Kirby: Washington dê mîsyona xwe li Sûriyeyê bidomîne
26 adar, 2023   20:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînatorê Peywendiyên Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Koşka Spî John Kirby di hevpeyvînekê li gel kenala CBS de got, welatê wî bi Koalîsyona Navneteweyî û Hêzên Sûriya Demokratîk re bi mîsyona têkbirina DAIŞʹê pabend e. Her wiha ragihand ku kêmî hezar leşkerên DYAʹyê vê mîsyonê li Sûriyeyê pêk tînin.

Kirby anî ziman, eger serok Joe Biden pêwîstî bi parastina hêzên Amerîka û baregehên wan bibîne,  DYAʹê îhtîmalên pêkanîna êrişan li dijî komên alîgirên Îranê dûr naxe,

Piştî êrişên li dijî baregehên hêzên Amerîkayê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê DYAʹyê ragihandinbû ku dê hêzên xwe yên li Sûriyeyê biparêze.