Partiyên siyasî: Dewleta Tirk û Îtîlaf berpirsên Komkujiya Cindirêsê ne

Partiyên siyasî yên li Reqayê, dewleta Tirk a dagirker û “Îtîlafa Sûriyeyê” wekî berpirsên Komkujiya Cindirêsê nîşan dan. Partiyan banga bidawîkirina dagirkeriyê û destekdayîna daxwazên xelkê Efrîn kir.

Partiyên siyasî: Dewleta Tirk û Îtîlaf berpirsên Komkujiya Cindirêsê ne
26 adar, 2023   12:07
REQA

Endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Biratî ya Kurdistanê û Partiya Muhafizkeran li qada Muhafeza ya başûrê bajarê Reqayê kom bûn û têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama Partiya Biratî ya Kurdistanê Cumane El Xelef ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zêdetirî 5 salan in li dijî Kurdên Efrînê sûcan dikin û îdia dikin ku Efrîn azad kirine. Lê belê çirûska agirê Newrozê maskeyên wan anîn xwarê û kîna wan li dijî vî gelî eşkere kir.”

Partiyan destnîşan kir ku Komkujiya Cindirêsê, rastiya li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de raxist pêş çavan û got: “Dewleta Tirk û Îtîlafa Sûriyeyê wekî sîwanên siyasî yên dagirkeriyê, berpirsên vê komkujiyê ne.”

Partiyan bang li hêzên navneteweyî, Konseya Ewlehiyê ya NY`yê, DYA û Rûsyayê kir ku bi lez bikevin liv û tevgerê ji bo ku dawiyê li dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din ên dagirkirî yên bakurê Sûriyeyê bînin.

Daxwaz hat kirin ku çeteyên “Artêşa Nîştimanî” ya girêdayî Îtîlafê wek rêxistinek “terorîst” bê hesibandin.

Di dawiya daxuyaniyê de banga mezinkirina têkoşînê û destekdayîna daxwazên rewa yên xelkê Efrînê hat kirin.

(şx/cx)

ANHA