Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol çawa dest pê kir û gihîşt ku?

Sibê li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo 6`emîn Mîrhîcana Şehîd Yekta Herekol ya Şanoyê dest pê dike, ku di salên berê de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, lê di salên dawîn de êdî li ser asta Kurdistanê tê lidarxistin.

Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol çawa dest pê kir û gihîşt ku?
26 adar, 2023   08:52
QAMIŞLO

Ji ber gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û belavbûna Koronayê, mîhrîcan ji sala xwe ya yekemîn (2015) û heta niha di gelek qonaxan re derbas bûye û hin salan nehatibû lidarxistin.

Di 3 salên destpêkê yên mîhrîcanê (2015, 2016, 2017) de beşdarbûna senaryo û şanoyan tenê li ser asta herêma Cizîrê û bi zimanê kurdî bû.

Lê piştî rizgarkirina herêmên berfireh ji axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ`ê, şano bi zimanên kurdî û erebî hatin pêşandan û komên şanoyê yên li ser asta herêmê beşdarê bûn.

Ji ber êrişa dewleta Tirk a dagirekr li ser kantona Efrînê (2018) mîhrîcan wê salê nehat lidarixistin. Di sala pey wê de (2019) mîhrîcana 4`emîn hat lidarxistin.

Di 2020`an de jî, ji ber belavbûna şewba Koronayê li gelek herêmên cîhanê, mîhrîcan dîsa nehat lidarxistin.

Di 2021′ê de mîhrîcana 5′emîn pêk hat, di 2022`yan de jî ji ber gefên dagirkirina herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, mîhrîcan nehat lidarxistin.

Mîhrîcana 6`emîn dê îsal di 27′ê Adarê de li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo dest pê bike.

Li gorî derhênerê şanoyê û endamê  komîteya amadekar a 6. Mîrhîcana Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê Xelîl Tehlo, beşdarbûna mîrhrîcanê tenê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, lê di 3 dewreyên dawîn ên mîhrîcanê de ji hemû parçeyên Kurdistanê beşdarbûn hebû.

(fr/cx)

ANHA