Rêveberiya Xweser alîkariyên nû dişîne ji mexdûrên erdhejê re

Alîkariyên ku xelkê Kobanê di çarçoveya kampanyaya alîkariyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji bo mexdûrên erdheja 6`ê Sibatê kom kiribûn, ber bi deriyê Tayihe ve hatin birêkirin da ku ji wir jî bişînin ji mexdûrên li Şehba û Helebê re.

Rêveberiya Xweser alîkariyên nû dişîne ji mexdûrên erdhejê re
26 adar, 2023   09:02
KOBANÊ

Alîkariyên ku hatine şandin, encama hemleya “Bi hev re ji bo mirovahiyê” ye ku Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê ji bo mexdûrên erdhejê ragihandiye.

Li gorî nûçegihanên me li Kantona Kobanê, 2 kamyonên tijî alîkarî ber bi deriyê El Tayihe yê Minbicê ve kete rê da ku ji wir derbasî Heleb û Şehbayê bibin.

Beriya karwanê alîkariyan birêkeve, hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Hêlîn Hacim ji dezgehên çapemeniyê re der barê alîkariyan de axivî.

Hêlîn got: “Zêdetirî mehekê ye em hewl didin ku alîkariya mexdûrên erdhejê bikin. Ji ber wê me hemleyên komkirina alîkariya ragihand. Îro jî em alîkariyên me berhev kirine, dişînin.”

Hêlîn balkişand ser sedemên ku ji ber wê şandina alîkariyan dereng ma û wiha domand: “Ji zêdetirî hefteyekê ve em hewl didin ku alîkariyên me kom kirine bişînin lê rê li pêşiya me girtî bûn. Îro me destûr girt ku alîkarî derbasî herêmên xesardîtiye.”

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 14`ê Adarê karwanê alîkariyên mirovî ji deriyê El Tayiheyê kişand piştî ku hikumeta Şamê nehişt alîkarî bigihêjin mexdûrên erdhejê li Helebê. Her wiha hikumeta Şamê 9 rojan nehişt 100 tankerên sotemeniyê derbas bibin ku Rêveberiya Xweser amade kiribûn ku bişîne Heleb û Şehbayê.

(şx)

ANHA