Dayikên Aştiyê ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî bang kir

Dayikên Aştiyê yên Tebqayê Komkujiya Cindirêsê şermezar kir û bang li gelên berxwedêr kir ku ji bo rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî têkoşîna xwe bikin yek.

Dayikên Aştiyê ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî bang kir
26 adar, 2023   10:09
TEBQA

Dayikên Aştiyê yên Tebqayê bi daxuyaniyekê Komkujiya Cindirêsê ya ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker şeva Newrozê (20`ê Adarê) li navçeya Cindirêsê pêk anîbû û di encamê de 4 welatiyên Kurd şehîd bibûn, şermezar kir.

Endama Kombûna Jinan a Zenûbyayê Sûad Ebdo daxuyanî li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê xwend, dayikên şehîdan û endamên kombûnê beşdarî dayîna daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de Komkujiya Cindirêsê hate şermezarkirin û hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin ku Kurdên li Efrînê di qirkirina etnîkî re derbas bikin û xwecihên mayî ji Efrînê derxînin û hat gotin: “Dagirkeran axa Efrînê ya pîroz veguherandiye gola xwînê. Cîhan jî li hember vê rewşê bêdeng e.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelên têkoşer hat kirin ku destê xwe bidin hev, ji bo ku rizgarkirina Efrînê û herêmên din ên dagirkirî rizgar bikin.

(şx/cx)

ANHA