​​​​​​​HPG: Dagirkeran 59 caran êrîş kir

HPG`ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker 59 caran ji hewayî û bejahî ve êrîşî çeperên berxwedanê kiriye.

​​​​​​​HPG: Dagirkeran 59 caran êrîş kir
26 adar, 2023   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne;

24'ê Adarê qada Girê Çarçêl û derdora gundê Şêlazê yên Metînayê 2 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

25'ê Adarê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, Girê Şehîd Kamûran û derdora Çemê Lolanê yên Xakurkê û çeperên me yên berxwedanê yên li qadên Çemço û Sîdayê 57 caran bi obus, hawan, tank û çekên giran hatin bombekirin."