​​​​​​​Piştî komkujiya Cindirêsê bangewaziyên derxistina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Rifetê bang kirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrîna dagirkirî derkeve û vegereke ewle ya şêniyên misoger bibe.

​​​​​​​Piştî komkujiya Cindirêsê bangewaziyên derxistina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê
23 adar, 2023   14:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi daxuyaniyekê komkujiya Cindirêsê ya ku ji aliyê çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve li dijî malbeteke ji Cindirêsa dagirkirî pêk hatiye, şermezar kir

Daxuyanî li Qada Şehîdan ji aliyê hevseroka Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman ve û bi beşdariya şênî û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî, hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev komkujî yek ji sûcên dewleta Tirk a dagirker ên qirêj e wekî koçberkirina bi darê zorê, kuştin, revandin, talankirin û derxistina fîtneyê.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker Tirkkirina herêmê û vegerandina peymana Millî û pêkanîna xewnên Osmanî ye, di vê yekê de jî ew çete û komên terorîst wek amûr bi kar tîne.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî hat kirin ku Efrînê wek herêmeke bêçek ragihînin û hemû komên çekdar jê derxin û vegereke ewle ji bo şêniyên wê yên resen bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) misoger bikin, her wiha sûcdaran jî li gor qanûnên navneteweyî ceza bikin.

ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê jî daxuyaniyek da ku ji aliyê endamên meclisê Fethî Ehmed û Şîlan Hesen ve li Çerxerêya Komkujiya Til Rifetê û bi beşdariya nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û koçberên Efrînê, hat xwendin.

Di daxuyaniyê de komkujiya Cindirêsê bi tundî hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku li dijî Efrînê û şêniyên wê kuştin, revandin, talankirin, guhertina demografîk û komkujî tên kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û partiyên demokratîk ên cîhanê hat kirin ku li hember van sûcan helwesteke cidî nîşan bidin û dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi dawî bikin û pêkanînerên sûcên dermirovî ceza bikin.

(mh/şx)

ANHA