​​​​​​​Bi dîmen detayên nû der barê komkujiya Cindirêsê de

Di dîmenekê de ku ya xwişka şehîdên komkujiya Cindirêsê ye detayên din eşkere bûn ku Nexweşxaneya Leşkerî ya Efrînê qebûl nekiriye ku cenazeyên şehîdan pêşwazî bike. Her wiha sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyên resen ên Efrîna dagirkirî eşkere kirin.

​​​​​​​Bi dîmen detayên nû der barê komkujiya Cindirêsê de
23 adar, 2023   14:10
ŞEHBA

Xwişka şehîdên komkujiya Cindirêsê di dîmenekê de ku li ser sosyal medya belav bûye, destnîşan kir ku rêveberiya Nexweşxaneya Efrîn a li Efrîna dagirkirî, cenazeyên şehîdan avêtin derveyî nexweşxaneyê û qebûl nekirin ku cenazeyan pêşwazî bikin û dermankirina birîndaran jî red kirin.

Her wiha di heman dîmenê de xwişka şehîdan da zanîn ku çeteyên Ehrar El Şerqiye yên dewleta Tirk a dagirker piştî ku birayên wê kuştin, êriş wan kir û li wan dan, dema derketin xwepêşandanê jî, çeteyan pirsgirêk derxist ji bo ku kiryarên xwe rewa bikin.

Şeva Newrozê çeteyên Ehrar El Şerqiye li Cindirêsê komkujiyek pêk anî û di encamê de 4 welatî ji heman malbatê şehîd bûn û 3 din jî birîndar bûn, tenê ji ber ku agirê Newrozê dadane.

Xwişka şehîdan di dîmenê de balê dikişîne ser sûcên dewleta Tirk a dagirker û dibêje: “Êriş jin û miran dikin. Zarokên me direvînin û ji bo wan berdin bi hezaran dolaran fîdya ji me dibin.”

Xwişka şehîdan destnîşan kir ku çeteyekî li pîrejinekê ji navçeya Cindirêsê daye ji ber ku nexwestiye mala xwe ya piştî erdhejê hilweşiye, radestî çeteyan bike.

Welatiyeke din ku di heman dîmenê de xuya dibe, got: “Çete dibêjin şêniyên navçeyê berpirsên erdhejê ne.”

(şx)

ANHA