​​​​​​​Li Bazîdê şer di navbera dagirkera Tirk û gerîla de derket

Li Bazîdê di navbera gerîla û leşkerên artêşa Tirk a dagirker de şer çêbû. Hat diyarkirin ku gerîlayek dîl hatiye girtin.

​​​​​​​Li Bazîdê şer di navbera dagirkera Tirk û gerîla de derket
23 adar, 2023   14:47
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî ANF`ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, di navbera 18-19’ê Adarê de li navçeya Bazîd a Agiriyê di navbera komeke gerîla û leşkerên artêşa Tirk a dagirker de şer çêbûye. Hat diyarkirin ku di şerê li derdora gundê Milkşê qewimiye de gerîlayek dîl hatiye girtin.

Hate diyarkirin ku artêşa Tirk a dagirker li gundên Meşar, Milkşe Qanik, Suphana Jêrîn, Suphana Jorîn û Zindo hê jî tevgera xwe û yê balafirên keşfê ya dijwar didomîne.

Her wiha hate ragihandin ku dagirkeran li derdora Kirê Helac û Demîr Kapiyê yê Kirê jî li gelek deveran kemîn danîne.