​​​​​​​Li Mereşê bi pileya 5.3 erdhej çêbû

Li navçeya Koksenê ya Mereşê bi pileya 5.3 erdhejek çêbû.

​​​​​​​Li Mereşê bi pileya 5.3 erdhej çêbû
23 adar, 2023   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bi pileya 5.3’yan erdhejek çêbû.

Hat ragihandin ku navenda erdhejê navçeya Koksenê ye û erdhej 7 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.