Meclisên PYD'ê xwest hesab ji Tirkiyeyê bê pirsîn

Meclisên PYDʹê têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê banga vekirina lêpirsîneke navneteweyî kir û gotin: "Em ê heta rizgarkirina herêmên dagirkirî têkoşînê dewam bikin.”

23 adar, 2023   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî komkujiya şeva Newrozê ya ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê pêk anîbû û di encamê de 4 welatî, Ferehedîn Osman (43), Îsamîl Osman (38), Mihemed Îsamîl Osman (18) û Mihemed Osman (42) şehîd bûn, meclisên PYDʹê yên bajarê Qamişlo, Tirbepsiyê, Çilaxa, Dêrik, Til Birak, Til Hemîs, Minbic, Reqa û Hesekê daxuyaniyên hevbeş dan.

Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan şêniyan hatine xwendin.

Di daxuyaniyê de komkujiya li Cindirês bi tundî hat şermezarkirin û hate gotin, rejîma Tirk, komên çete yên terorîst û Îtîlaf bi hemû pêkhateyên wê ji vê komkujiyê berpirsyar e. Her wiha banga hesabpirsînê ji sûcdaran hate kirin.

Meclisên PYDʹê bang li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku dewleta Tirk neçar bikin bila dagirekriya xwe ya li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û hemû herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê bi dawî bike.

Meclisên PYDʹê xwest lêpirsîneke giştî der barê sûcên şer ên li dijî gelên herêmê de were vekirin.

Meclisên PYDʹê di dawiyê de got: "Em soz didin gelê xwe û tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê ku em ê têkoşîna xwe ya rewa berdewam bikin heta ku herêmên dagirkirî rizgar bikin."

(bb)

ANHA