Rojnameyên erebî: Îsraîlê depoyeke çekan a Îranî ya li Helebê bombebaran kir

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih da êrişa Îsraîlê ya li dijî Balafirgeha Helebê, guhertina qanûna hilbijartinan li Iraqê û aloziya penaberan.

Rojnameyên erebî: Îsraîlê depoyeke çekan a Îranî ya li Helebê bombebaran kir
23 adar, 2023   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat derbarê êrişa Îsraîlê ya li djiî Balafirgeha Helbê de wiha nivîsî: “Di nava vê mehê de ev cara duyemîn e ku Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê ya li bakurê Sûriyeyê rastî êrişa Îsraîlê tê. Êriş berbanga çarşemê pêk hat û ji xizmetê derket. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku di êrişê de depoyeke çekan a komên alîgirên Îranê bûye hedef.

Li gorî 3 çavkaniyên ji îstixbaratên rojavayî, Îranê ji bo gihandina çekan di meha borî de, Balafirgeha Helebê zêde bi kar aniye. Di wê çarçoveyê de ji rêwîtiyên hewayî yên ku alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê dibirin, sûd wergirtiye. Heman çavkaniyan da zanîn ku di êrişa Îsraîlê ya 7`ê Adarê de ku li dijî balafigehê pêk hatiye, xebata li balafirgehê daye rawestandin û kamyoneke çekan a Îranê piştî çend saetan ji gihaştina wê ku Şamê gotibû alîkarî tê de ne, teqandiye.

Îran û komên alîgirên wê li bajarê Heleb û derdora wê -ku dawiya 2016`an hêzên hikumetê bi desteka hewayî ya Rûsyayê ew ji nû ve xist bin kontrola xwe- xwedî serweriyeke mezin in. Li gorî medyaya Frnasayê, heta niha der barê êrişên li dijî balafigehê de ji Îsraîlê tu daxuyaniyên fermî derneketine, lê belê Îsraîl her dubare dibêje ew ê li hember hewldanên Îranê yên mayîndekirina hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyeyê raweste.

Li gorî daxuyaniyên rayedarên Îsraîlê û şîrovekaran, Îsraîl hewl dide nehêle komên alîgirên Îranê bi taybetî Hizbullah çekan bi dest bixin û hêza xwe xurt bikin.”

’PARLAMENTERÊN SERBIXWE YÊN IRAQÊ HEWL DIDIN QANÛNA SAINT ‎LEGO DERBAS BIKIN’

Rojnameya El Ereb li ser rewşa Iraqê wiha nivîsand: "Parlamenterên serbixwe yên Iraqê ‎biryar da ku gavên xwe yên dijberî qanûna guhartina hilbijartinên meclisên parêzgehan bi ‎xwespartina li dadgeha federal, zêde bikin. Li kêleka wê jî piranî parlamenter hewl didin bêyî ‎berçavgirtina îtîrazên li ser guhartina qanûnê, qanûnê derbas bikin.‎

Hewextî wê çalakgerên iraqî bang kir ku li paytexta Iraqê Bexdayê û bajarên li naverasta welat ‎û başûrê wê, xwepêşandanan li dar bixin. Ew yek wek bersivdana li ser derbaskirina ‎parlamentoyê ya derbaskirina projeya qanûnê ye û tê payîn dengdayîna li ser bendên wê ‎yên mayî di şemiyê de werin temamkirin.‎

Çavdêran da zanîn ku xwespartina blokên sivîl û serbixwe li Dadgeha Federal ku desthilata ‎dozgeriyê ya li welat a herî bilind e, gaveke ji bo zexta li dijî hêzên mezin e da ku li ‎xwestekên wan guhdar bikin.‎

Roja çarşemê parlamenterê serbixwe Amir El Memûrî daxwaznameyek der barê ‎nedestûrîbûna lidarxistina rûniştina dawîn a dengdana li ser sêyemîn guhertina qanûna ‎hilbijartinên parêzgehan de pêşkêşî Dadgeha Federal kir."‎

‘LI BERAVÊN TÛNISÊ BI DEHAN PENABERAN JIYANA XWE JI DEST DA Û BIRÎNDAR BÛN’

Rojnameya El Itîhad a Îmaratê jî der barê aloziya penaberan de nivîsî: “Berpirsekî rêxistineke tûnisî ya têkildarî mafan, diyar kir ku li beravên Tûnisê dema ku penaberên ji Afrîkayê hewl daye derbasî Îtalyayê bibin, keştiya wan noqî avê bûye, herî kêm 5 penaberan jiyana xwe ji dest daye, 28 jî winda ne.

Li gorî daneyên nefermî yên NY`yê, 12 hezar penaberên ku ji destpêka salê de heta niha gihaştine Îtalyayê, ji Tûnisê ne.”

(fr,cx)