​​​​​​​Dewleta Îranê ciwanekî Kurd qetil kir

Li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê hêzên rejîma Îranê ciwanek gulebaran kir û ew qetil kir. Piştî bûyerê gel bi ser benda kontrolê ya hêzên rejîmê de girt û agir pê xist.

​​​​​​​Dewleta Îranê ciwanekî Kurd qetil kir
23 adar, 2023   07:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Ciwanekê bi navê Behzad Ezîzî (19) yê ji gundê Derga Şêxan ê bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, duh li bendeke kontrolê hat sekinandin. Hêzên rejîma Îranê destpêkê li wî xist, piştî ciwan li ber xwe da, vê carê hêzên rejîmê gule li wî barandin û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Piştî bûyerê, xelkê bajêr êrişî benda kontrolê kir û agir pê xist.

Piştre jî cenazeyê Behzad Ezîzî rakirin Nexweşxaneya Selahhedînê Eyûbî ya li Baneyê. Gelek welatî û xizmên ciwanê qetilkirî, li ber nexweşxaneyê kombûn.