​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-3-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-3-2023
22 adar, 2023   23:00

Navenda Lêkolînan a Dîplomatîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîneke çapemeniyê li dar dixe ji bo ku komkujiya Cindirêsê şermezar bike saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

PYD`ê  û şêniyên navçeya Til Hemîsê daxuyaniyekê didin ji bo ku komkujiya Cindirêsê şermezar bikin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê merasîma sersaxiyê ji bo şehîdên komkujiya Cindirêsê li hola Jîn Efrîn a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê li dar dixin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

Ew jî wekî gelek ciwanên Kurd di nava feqiriyê, lê bi hestên welatparêziyê û hesreta xaka azad mezin bû. Li welatên xeribiyê karkerî dikir, dema şoreşa 19’ê Tîrmehê destpê kir, bi gotina, “Dora Welat e” tevlî refên şoreşê bû û 10 salan têkoşiya. (BI WÊNE Û DÎMEN)

RAPOR

Piştî ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 7 welatî li navçeya Cindirêsê şehîd xistin, li kantona dagirkirî xwepêşandan li dijî dagirkeriyê û çeteyên wê derketin û bi tijî dengê xwe “Efrîn kurdî û dê kurdî bimîne û kurd namirin” qêriya.

ANHA