​​​​​​​Şehîdên YAT’ê ber bi warên wan ve hatin birêkirin

Cenazeyên 9 şehîdên YAT’ê piştî merasîma bi heybet a li Stadyuma Serdem a Hesekê, ji bo definkirinê ber bi warên wan ve hatin birêkirin.

22 adar, 2023   11:19
HESEKÊ

Merasîma cenazeyên 9 şervanên YAT’ê ku 15’yê Adarê li Başûrê Kurdistanê di qezaya helîkopterê de şehîd bibûn, piştî axaftinan bi dawî bû.

Cenazeyên 9 cangoriyan bi beşdariya deh hezaran kesan, di nava dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana YPG’ê”, “Bi can bixwîn em bi te re ey şehîd” de ji bo spartina axê ber bi warên wan ve hatin oxirkirin.

Cenazeyê Şervan Kobanê (Ebdo Ehmed Ebdî) wê li Kobanê, cenazeyên Feraşîn Baran (Nejbîr Mehmûd Hemdo), Dîdar Dêrik (Hemdiya Seydo Seydo), Hogir Dêrik (Elaa Ednan Hemûd), Dogan Efrîn (Hadî Hemdûş Zahir), Koçer Dêrik (Diwêş Ehmed Omer) û Harûn Rojava (Mecîd Silêman Mihemed) wê li Dêrikê, cenazeyê Rojeng Rifet (Berfîn Bîlal Rifet) wê li Şehbayê, cenazeyê Xebat Dirbêsiyê (Rênad Îzedîn Elî) jî wê li Dirbêsiyê bê definkirin. 

(ekip/a)